Polîsan nehiştin endamên Grup Yorum û Grup Îsyan Ateşi biçin Dêrsimê

Hewlêr (Rûdaw) – Endamên Grup Îsyan Ateşî ji bo beşdarî festîvalê bibin xwestin biçin Dêrsimê a Bakurê Kurdistanê, lê endamên grupê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û rê nehat dayîn derbasî wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê bibin Bi biryara Parêzgariya Dêrsimê, çûna endamên Grup Yorum (Koma Şirove) û Grup Îsyan Ateşi (Koma Agirê Serhildanê) bo Dêrsîmê di navbera 20-26ê Temûzê de hatibû qedexekirin.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera 21-24ê Temûzê de 20. Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê, dê bê sazkirin. Naverok û bernameya festîvalê jî berî çend rojan hatibû eşkerekirin.

Parêzgariya Dêrsimê, 18ê Temûzê bi nivîseke fermî Şaredariya Dêrsimê agahdar kir ku konserên Grup Yorum û Grup Îsyan Ateşi yên di çarçoveya festîvalê de hatine qedexekirin. Piştî qedexeyên parêzgariyê, 18ê Temûzê Komîteya Birêvebirina Festîvalê civiya û biryar da ku festival wek bernameya hatiye eşkerekirin, tê sazkirin.

Endamên Grup Îsyan Ateşî, îro 20ê Temûzê ji bo beşdarî festîvalê bibin xwestin biçin Dêrsimê. Lê endamên grupê li Pira Mutê ya li Dêrsimê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û rê nehat dayîn derbasî Dêrsimê bibin.

Grup Îsyan Ateşî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku “Li sînorê Dêrsimê beşdariya me ya bo 20. Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzurê hat astengkirin. Parêzgariya Dêrsimê, çûna me ya nav Dêrsimê qedexe kir. Em çaverê dikin. Em qet dest ji gotina sirûd û stranên xwe bernadin. Hunera şoreşger nayê bêdengkirin.”

Grup Yorum jî li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyek belav kir û ragihand, ku heta niha gelek caran konserên wan hatine qedexekirin û dê dijî qedexeyan rawestin û roja konserê li Dêrsimê bin.

Grup Yorum dibêje: “Doh me zanî ku parêzgariyê konsera me qedexe kiriye. Konsera me û ya Grup Îsyan Ateşi hatibû qedexekirin. Îro jî biryara qedexekirina çûna me ya nav sînorê Dêrsimê yek bi yek hatiye dayîn. Ev qedexeya konserê ne cara yekem e, ji sala 2015an ve hemû konserên me hatin qedexekirin. Hêlîn û Îbrahîm di grevên birçîbûnê yên dijî qedexeyên konseran de şehîd bûn. Laşê xwe dan ber mirinê û bûne dengê doza me ya mafdar. Me îro soz da wan, ku em ê li qadên konseran bin û milyonan bînin ba hev. Em ê îro li dijî qedexeyên konseran, ku ne cara yekem e li Dêrsimê bin. Em bang li hemû gelê xwe dikin, bila li me xwedî derkevin û ligel me stranên me bêjin. Hêza faşîzma AKPê nikare bi Grup Yorum. Em ê li wê derê bin û berdewam bi gelê xwe re bin.”

Parêzgariya Dêrsimê herwiha, meşa ku dê ji Kolana Hunerê heta Qada Seyîd Riza di çarçoveya festîvalê de bi armanca dijî têkçûna civakê bihata kirin jî qedexe kir.