Netflix fîlma derhênera Kurd belav dike

20-07-2019
RÛDAW
Nîşan Netflix Skylines Solîn Yûsif
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêzefîlma derhênera Kurd Solîn Yûsif a bi nave “Skylines”ê platfoma Netflixsê dê piştî çend mehên din belav bike.

 

Biryar e fêzefîlma bi navê Skylines a derhênera Kurd Solîn Yûsif ku li Almanyayê dijî di payîza îsal de li ser Netflixê bikeve weşanê.


Tomarkirina dîmenên rêzefîlmê 29ê Mijdara 2019an dest pê kiriye û heta niha 6 beşên sezona yekê amade ne û biryar e beşam ytekem di 27ê Îlonê de li ser platforma Netflixê were belavkirin.


Çîroka rêzefîlmê behsa çîroka ciwanekî li bajarê Frankfurta Almanyayê muzika Hîp Hopê çêdike ku piştre tevlî tawanan bûye dike.


Rêzefîlm ji aliyê herdu kompaniyên Komplizen û Netflixê ve tê berhemanîn û zumanê wê bi Almanî ye.


Derhêner Kurd Solîn Yûsif di sala 1987an de li bajarê Duhokê jidayîk bûye û piştre koçberî Almanyayê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst