Hewlêrê îşev mêvandariya konserta Bajarê Nêrgiz kir

20-06-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Kelha Hewlêrê Konserta Bajarên Nêrgiz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konserta Bajarên Nêrgiz bi sponsoriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê, îşev li ser Kelha Hewlêrê hat sazkirin.


Îşev Hewlêra paytext mêvandariya konserteke mezin û bêhempa ya muzîkê kir, ku li ser Kelha Hewlêrê ya dîrokî hat lidarxistin.

 

Demjimêr 08:30yê îşev pêncşemî 20ê Hezîrana 2019an, bi beşdariya hunermendê cîhanî yê navdar û balyozê rêxistina UNESCO Nesîr Şemme, konserta Bajarên Nêrgiz li Kelha Hewlêrê dest pê kir.

 

Di vê konsertê de ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya medyayî ya vê dike, bi hunermendên navdar ên ji çend welatên cîhanê jî beşdar in.

 

Ji Kurdistanê Hejar Zehawî, hunermendê Sûrî yê ku li Almanyayê dijî Lina Teiby, ji Amerîkayê Karen Briggs, jenyarên Ispanyayî Luis Robisco, Manuel Sierra û Guatama Campopenalver , ji Tirkiyê Aytaç Doğan, ji Pakistanê Ashraf Sharif Khan, ji Fransayê Robin Vassey û ji İranê Ali Qamsarî di konserta Bajarên Nêrgiz de beşdar in.

 


Belgeya tomarbûna Kelha Hewlêrê li UNESCO pêşkêşî Rêveberê Rûdawê hat kirin


Belgeya tomarbûna Kelha Hewlêrê li UNESCO pêşkêşî Rêveberê Rûdawê hat kirin


Di kevana birêveçûna Konserta Bajarên Nêrgiz de ku îşev li ser Kelha Hewlêrê ya dîrokî birêve çû, Balyozê UNESCOyê û hunermendê navdarê cîhanî, Nesîr Şemme belgenameya orjînal a tomarkirina Kelha Hewlêrê ya dîrokî ji aliyê UNESCOyê ve pêşkêşî Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê, Ako Mihemed kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst