Koma Niştiman li festîvala cazê ya Îtalyayê

20-06-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Koma muzîka kurdî ya bi navê Niştiman di festîvala cazê ya navnetewî ya Îtalyayê de guhdarên xwe sermest kir.

 

Koma Niştiman ku pêşengiya wê Hejar Zehawî dike, 17ê Hezîranê li Îtalyayê beşdarî festîvala “Caz World”ê bû.

 

Festîvala ku li Îtalyayê tê lidarxistin her sal ji welatên cuda komên muzîkê tevlî dibin. Îsal cara yekemîn e ku komek ji muzîka kurdî beşdar dibe.

 

Endamên Koma Niştiman Goran Kamîl bi udê, Ertan Tekin bi zirneyê, Hejar Zehawî bi def û diholê û Eyub Elî jî bi dengê xwe guhdervan sermest kirin.


















Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst