Hunermend Bengîn Efrînî: Bila keç û xort tevlî refên YPGê bibin

Almanya (Rûdaw) – Hunermendê kurd ê Rojavayê Kurdistanê Bengîn Efrînî, bang li xort û gencên Rojavayê Kurdistanê dike çek hildin û tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bibin.

Bengîn Efrînî ku demek dirêj e li Ewropayê dijî û mijûlî karên hunerî ye û gellek stranên şoreşgerî jî gotiye, di daxuyaniyekê de ku îro hatiye belavkirin, dibêje, “Hûn dizanin çi tehdîdek mezin di vê qonaxa dîrokî de li ser gelê kurd e, hûn dizanin ku ew xeletiyên ku me li hember hev kirine û kêmasiyên ku me li hember hev kirine lê tişta ku li pêşiya me ye ji van kêmasî û xeletiyan xetertir e. Ez dizanin çi dêbjim.”

Hunermend Bengîn, di berdewamiya bangewaziya xwe de wiha tîne ziman: “Ez hêvîdar im keç û xortên Rojavayê Kurdistanê û bi rêya wan jî gelê kurd û partiyên siyasî ji duh derbas bibin û xwe ji kêmasiyan rizgar bikin û bi awayekî rijd li hember tehdîdan bisekinin û herin nav refên parastinê û bi rêya yekîneyên parastina gel (YPG) re û bi hemû hêza xwe em alîkariyê biin.

Wî hunermendê Rojavayê Kurdistanê aniye ziman ku ew tehdîd û gefên ku li ser gelê kurd li Rojava heye tenê li ser partiyekî nîne lê li ser hemû gelê kurd e lewma ji encumenên dariştina qanûnê yên her sê kantonên Rojava dixwaze xwe li hember rewşê berpirsiyar bibînin û çi pêwîst ji bona nehîştina tehdîdan û parastina gelê kurd bikin.