Tabloya li ser dîwarê Yadgeha Nîştimanî ya Barzanî şêwekareke ji Kobaniyê çêkiriye

20-05-2023
RÛDAW
Tabloya Mela Mistefa Barzanî ya şêwekareke Rojavayê Kurdistanê ye
Tabloya Mela Mistefa Barzanî ya şêwekareke Rojavayê Kurdistanê ye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Roja 11 vê mehê Yadgeha Niştmanî ya Barzanî hat vekirin, tabloya herî mezin û balkêş di wê muzexaneyê de ya Mela Mistefa Barzanî ji aliyê şêwekareke Kurda Kobanî ve hatiye çêkirin. Ew tablo bi kevir û ruxaman li ser dîwarê muzexanyê hatiye çêkirin.

Şêwekara ev tablo çêkiriye Îman Hisên ji Rûdawê re behsa karê xwe kir.

Îman Hisên li ser karê xwe ji Rûdawê re got ku ji sala 2013 heta 2015 li Barzan kar kiriye û ew tablo weke sembolekê li ser jiyana miletê Kurd û dîroka Kurdistanê, di naverasta tabloyê de wêneyê Mela Mistefa Barzanî heye û herwiha tablo behsa xwezaya bedewa ya Kurdistanê û xebata jinê û pêkvejiyanê jî dike.

Ew Tablo 15 metran dirêj e û 3 metran bilind e.

Şêwekara Kurd Îman Hisên got: “Ez kêfxweş bûm ku karekî weha li wî cihê taybet û ciwan pêşkêş bikim bi taybetî ji bo Mela Mistefa Barzaniyê nemir. Min gelek kar li Kurdistanê kirin lê ev kar, cih taybetmendiyeke cuda daye û li Ewropa jî min gelekî kar kirine û çend beşdariyên min jî hene, niha bîrokeya pêşangehekê heye û ez kar li ser dikim. Lê ji bo serdana min ji bo Kurdistanê û serdana min ji bo gundê Barzan, ez fêrî wî cihî bûm.  Em gelek caran ez û keç û kurê xwe bîreweriyîn xwe bibîr tînin, rewşên zehmet jî taybetmendiyeke wan a cuda çêbûye û dema têne bîra me, em kêfxweş dibin û dikenin.”

Iman Hisên bi eslê xwe xelka Kobanî ye lê li Şamê jidayîkbûye, bi Kurdî baş fam dike lê baş nikare biaxife, ji ber wê yekê bi erebî behsa wê tabloyê dike.

Îman li Îtalya, Brîtanya, Swêd, Rûsya, Oman û gelek welatên din beşdarî pêşangehên navdewletî bûye, ji sala 2015an ve li Nemsa dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst