Fîlma Dayikên Şemiyê Xelata Laleya Zêrîn wergirt

20-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma “Kor Noktada” (Xala Kor) ya Ayşe Polat ku mijara wê çîrokên Dayikên Şemiyê ye li Festîvala Fîlman a Stenbolê Xelata Laleya Zêrîn wergirt.

42emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê, roja 18ê Nîsanê hat sazkirin û aktor û fîlmên serkeftî hatin xelatkirin. Fîlmê derhêner Ayşe Polat “Kor Noktada” (Xala Kor), xelata baştirîn film wergirt.

Fîlmê Xala Kor, xelata baştirîn fîlm, baştirîn senaryo û baştirîn çîrok-hûnandin wergirt. Xelata derhênera herî baş jî bo derhênera “Ayna Ayna” Belmin Soylemez hat dayîn.

Derhênera fîlma Xala Kor Ayşe Polat piştî wergirtina xelatê ragihand: “Min îlhama xwe ji Dayikên Şemiyê wergirt. Ez xelatê li ser navê wan werdigrim. Hêvî dikim di demên nêzîk de rojên baş bên.”

Di çarçoveya festîvalê de 134 fîlmên dirêj û 29 kurtefîlm di dema 12 rojan de ji bo sînemahezan hatin nîşandan. Festîval îsal di 14 beşan de, ji 84 welatan bi beşdariya fîlmên 160 derhêneran hat lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst