Li Bane roja Zimanê Dayîkê bi festîvalekê tê pîrozkirin

20-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Bane-Rojhilat (Rûdaw) – Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, bi helkefta roja cîhanê ya Zimanê Dayîkê, festîvalek bi navê “Nasnameya Min” tê lidarxistin.

 

Roja 21ê Sibatê li cîhanê wek roja cîhanî ya Zimanê Dayîkê tê pîrozkirin. Li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê jî bi vê helkeftê festîvalek tê lidarxistin.

 

Festîval ji aliyê saziyên kulturî û edebî yên mîna Navenda Edebî ya Beroj, Encumena Hunerî ya Bane û bi alîkariya Îdareya Kultur û Îrşada Îslamî ya bajêr ve hatiye organîzekirin.

 

Berpirsê festîvalê Mardîn Şêxî li ser festîvalê ji Rûdawê re got, ew festîval bi armanca vejandina zimanê dayîkê hatiye organîzekirin û da zanîn, festîval dê sibê (21ê Sibatê) li salona civînan a Îdareya Kultur û Îrşada Îslamî ya Bane were lidarxistin.

 

Mardîn Şêxî anî ziman ku biryar bû rewşenbîr û mamostayên zimanê kurdî ji bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî festîvalê bibin lê ji ber hinek arîşeyan dê nekarin tevlî bibin.

 

Di festîvalê de dê çend semînar û gotar li ser ziman û kincên kurdî bên pêşkêşkirin, her wiha sirûd, stran û kilamên kurdî bên gotin. Paşê dê dîlan û govenda kurdî bê girtin.

 

Bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê û girêdayî parêzgeha Sine ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst