Strana nû ya Sîmir Rûdan a bi navê ‘Hê Jî Digerim’ derket

Hewlêr (Rûdaw) – Muzîkjenê Kurd Sîmir Rûdan piştî çar salan bi navê “Hê Jî Digerim” straneke nû derxist.

Gotin, muzîk û aranjeyên stranê aîdê Sîmir Rûdan e.

Muzîkjen di qonaxa tomarkirina stranê de bi Cem Aksel (Dahol), Cemal Ali Baglan (Bass) û Îlkay Ozboyar (Klavye) re xebitye.

Sîmir Rûdan herwiha di merheleyên dawiyê yên stran çêkirinê de ji bo mîks û masterê bi Hakan Kurşun re xebitiye.

Klîb bi rêya hişê çêkiriya hatiya amadekirin

Klîba  “Hê Jî Digerim” bi derhêneriya Can Yeşiloglu bi rêya hişê çêkirî hatiye amdekirin û di 18ê Kanûna Paşînê de li ser YouTubeyê hat weşandin.

Wek din guhdar dikarin bi rêyên dîjîtal ên wekî Spotify an jî iTunesê jî xwe bigihînin strana nû.

Strana Sîmir Rûdan a ku li ser koçberiyeke kesane ye, dê di çend mehên pêş de bi straneke din a bi navê Yekî Gotibû ve were girêdan.

Bi vî awayî, muzîkjen dê du stranên ku ji hêla mijarê ve dişibin hevdu li pey hev biweşîne.

Rêwîtiya Muzîkê ya Sîmir Rûdan

Sîmir Rûdan di sala 2013yan de albûma xwe ya yekem “Bi Çîrokî” derxistiye ku ev albûm ji hela malpera hawar.netê ve wek albûma herî baş a salê hatibû hilbijartin.

Di sala 2015an de bi strana “Berfîn” beşdarê albûma “Peşk” bû ku ev albûm ji bo bîranîna helbestvan Bro Omerî ji aliyê Kalan Muzikê ve û bi hevkariya gelek muzîkjenan hatiye çêkirin.

Albûma Sîmir Rûdan a duyemîn bi navê “Kevî”yê di sala 2019an de hatiye weşandin.