BI KILAMEKÊ AŞIQÎ ZIMANÊ KURDÎ BÛ – Keça ji Brezîlî: Kurdî ez helandim

20-01-2018
Mem Wêranî
Nîşan Brezîlya Ariane Marqs stran kurdî
A+ A-



Stranbêja brezîlî Ariane Marqs dibêje ku stranên Kurdî pir dilsoj in û ji stranan tu dikarî hest bi êşa xelkê bikî.

 

Ariane Marqs li ser telefûzkirina zimanê Kurdî got: “Ji bo bikaribim bi zimanekî bibêjim, her car ez bi wî zimanê stranan dibêjim. Bilêvkirina zimanê Kurdî bi min zehmet bû, hê jî wiha ye. Ahenga zimanê Kurdî bi min şîrîn e, bi rastî ez helandim.”

 

Marqs behsa girîngiya rola Kurdan a di şerê li dijî DAIŞê de jî kir û wiha axifî: “Navê Kurdan piştî şerê DAIŞê li seranserê cîhanê hat bihîstin. Kurdan hemû ol û neteweyên herêmê parastin, bi vê helwêsta xwe dersa rêzdarî û pêkvejiyanê dan miletê din.”

 

Beşa Medya Civakî ya Rûdawê vîdeoyeke stranbêja brezîlî li ser torên civakî belav kir, pey re di nava Kurdan de gelekî deng veda.

 

Stranbêj Ariane Marqs bersiva pirsên Rûdawê da.


 


Tu ji kengî ve stranan dibêjî?

 

Wexta ez zarok bûm, min stran digotin. Ez ji orkestra û koroya dêra li taxa me fêrî mûzîkê bûm. Niha jî ez li wê derê distirênim, lê wek solîstekê.

 

Te xwe fêrî zimanê Tirkî dikir paşê te dest bi stranên Kurdî kir. Tu çawa çûyî nava stranên Kurdî?

 

Min ji xwe re gotibû ez dê fêrî gelek zimanan bibim. Bi rastî jî zimanên Rojhilata Navîn gelekî bala min dikşîne wekî erebî, farisî û îbranî. Carekê min guh da stranake tirkî, pişt re min got ez dê fêrî wî zimanî bibim.

 

Min havelek ji Tirkiyê nas kir û wî ji min re got: “Ez Kurd im.” Ji xwe ez şaş mam ji ber wê gavê min zêde tiştek li ser dîroka Kurdan nizanîbû. Hevalê min kilameke Kurdî ji min re şand, di cih de min jê hez kir. Paşê, min hinek lêkolîn li ser çand û mûzîka Kurdî kir, bi rastî gelek dewlemend e.

 

Ji bo bikarim baş bi zimanekî bibêjim, her car ez bi wî zimanê stranan dibêjim. Bilêvkirina zimanê Kurdî bi min zehmet bû, hê jî wiha ye. Ahenga zimanê Kurdî bi min şîrîn e, bi rastî ez helandim.

 

Hevalê te ji te re kîjan stran şand?

 

Strnana Yarê ya Hîvronê. Bi rastî gelekî tesîr li min kir.


 

Gava tu stranên Kurdî dibêjî dilê te germ e. Tu çawa wiha bi eşq dibêjî?

 

Stranên Kurdî pir dilsoj in. Ji stranan tu dikarî hest bi êşa xelkê bikî, dab û nerîtên wan. Herwiha tu dikarî çîrokên hêsirên evîndariyên nemimkun bibînî.

 

Gava ez distrêm, ez dibêjim qey ez keçeke Kurd bûm. Gelek caran heval ji min re dibêjin tu keçeke kurd î û tu li Brezîlya dijî. Belkî jî min bi wan wiha daye hestkirin.

 

Herî zêde guh didî kîjan stranbêjên Kurd?

 

Ez nikarim bêjim tenê yek, gelek in. Mehmet Atli, Aynûr Dogan, Ciwan Haco, Xêro Ebas, Mem Ararat, Awaz Baran...

 

Tu dixwazî serdana Kurdistanê bikî?

 

Erê, ez dixwazim. Bi taybetî bajarên kevnar wekî Mêrdîn, Amed, Êlih û Wan.

 

Tu guh li çi şêweyê mûzîkê digrî?

Ez li ser vê meselê gelekî hesas im. Piştî mûzîk xweş be êdî ne xema min e çi şêwe ye, lê mûzîka Soul û folklorî li ber dilê min hêja ye.


 


Tu dixwazî bi kê re bistrîne?

Çendek berê min bi Diljen Ronî re duet kir. Pişika min pê mezin bû. Herwiha ez dixwazim bi Xêro Ebas, Ciwan Haco û Mehmet Atli re jî bistrêm. Bi rastî ev stranbêjên hanê mûzîka bav û kalan û mûzîka modern li nav hev dixe. Karekî pîroz e, ew mûzîka Kurdî nûjen dikin bêyî ku ji kok û bingehê xwe dûr bikeve.

 

Vîdeoyên te ji aliyê Kurdan ve gelek caran hatin belavkirin. Te hest bi çi kir?

 

Matmayî mam û pê serbilind bûm. Min hêvî nedikir wiha lê were. Min got ka ez lê binêrim min çend xirab strandiye. Ez li bendê bûm xelk tiştên nerind bibêjin, lê Kurdan pişt da min. Ji dil û can spasdar im.

 

Hevalên te yên Kurd hene? Hûn bi ser hev de diçin û tên?

 

Heta niha min ti Kurdek li Brezîlyayê nedîtiye. Her çi hevalên min ên Kurd hebin, min bi rêya înternetê wan naskiriye. Ez bi wan re gelekî diaxivim û ew min fêrî zimên dikin, ne bi tenê Kurdî herwiha Tirkî jî.


 


Tu dixwazî xwe di warê mûzîkê de pêş bixî?

 

Erê, ez dixwazim bi profesyonelî karê mûzîkê bikim, lê nizanim çawa.

 

Mûzîka miletên din jî guhdarî dikî?

 

Erê, ez dikim. Li gorî min divê cîhana mûzîkê bêhidûd be û divê meriv pêşwext hikum nede. Mûzîk her mûzîk e. Hêvî dikim ku ez bibim yek ji wan nimûneyeke welatiyê çand û hunerî.

 

Wekî welatiyekî Brezîlyayê, tu rewşa ku Kurd niha tê de ne çawa dibînî?

 

Bi rastî cihê xemgîniyê ye ku Kurd wekî neteweyeke hejmara wan zêde ne xwediyê cih û warekî tixûbê wê nediyarkirî be. Qirkirin û aloziyên ku bi sala ye li herêmê wan berdewam e divê êdî werin rawestandin. Hêvîdar im, hikûmet çareyên însanî û aqlî bibînin ji bo Kurdan.

 

Kurd xwedî roleke girîng in di têkbirina DAIŞê de. Li gorî te wek pêwist piştgiriya Kurdan hat kirin?

 

Aliyê baş ev e: Navê Kurdan piştî şerê DAIŞê li seranserê cîhanê hat bihîstin. Kurdan hemû ol û neteweyên herêmê parastin, bi vê helwêsta xwe dersa rêzdarî û pêkvejiyanê dan miletê din. Û bi her kesî dan zanîn misilman piştgiriya DAIŞê nakin, tevî ku piraniya Kurdan misilman in. Ez nizanim btêra xwe alîkarî ji wan re tê şandin, lê piştî van tiştên hanê ew nikarin bêne paşguhxistin.


 


PORTRE /Ariane Marqs kî ye?

28 salî ye. Li Brezîlyayê navçeya Barretosê ya ser bi bajarê Sao Pauloyê hatiye dinê. Li Campinasê beşa rêveberiyê dixwîne. Li dêrê stranên olî dibêje.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst