Galeriya wêneyan

19-12-2021
14 Photos
Bilind T. Abdullah

Di çarçoveya 5cemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê de ku bi sponseriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin,  Derhênerê navdar Nûrî Bîlge Ceylan "masterkursekê" ya perwerdeyê pêk anî.

Kursa ku derhêner Nûrî Bîlge Ceylan îro Yekşemê 19ê Kanûnê saet 11:00an li City Sînemayê hat dayîn.

Nûrî Bîlge Ceylan  li ser sînemayê axivî û beşdariyan jî pirsên xwe jê kirin.

Festîvala îsal dê mazûvaniya 143 fîlman ji 25 welatan bike û li salona Sînemaya Bajêr a li avahiya Hunerê ya Silêmaniyê tê lidarxistin.

Nûrî Bîlge Ceylan di sala 2018an de bi fîlma "Dara Hirmiya Çiya" beşdarî festîvala fîlman a Silêmaniyê bûbû.

Nûrî Bîlge Ceylan di 26 Çileya 1959an de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji dayik bûye û derhêner, senarîst û wênegirê sînemayê ye.

Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw