Gulîstan Perwer: Abdullah Ocalan ji bo min hate gund

Beşa Sêyem

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar a Kurd Gulîstan Perwer, hemû êvarên roja Şemiyê li Radyoya Rûdawê dibe mêvana pêşkeşvana navdar Hêvîdar Zana. Herdu jinên ji Bakurê Kurdistanê, di vê bernameyê de guftûgoyeke balkêş dikin. Gulîstan Perwer bêyî sansûr ezmûna jiyana xwe ya taybetî, ya hunerî û siyasî vedibêje.

 

Gulîstan Perwer yek ji wan hunermendan e, ku salên dirêj ked û renceke giranbuha di jiyana hunerî de daye. Ji ber girîngiya hevpeyvînê, heftenameya Rûdawê jî her hefte, bi awayekî peryodîk, bi şêweyekî nivîskî wê belav bike.

 

Hunermenda Kurd di beşa sêyemîn a hevpeyvînê de behsa roja binçavkirina xwe ya ji aliyê polîsên Tirkiyê ve dike û dibêje, ku dayik û bavê wê ew şandine gund, paşî Abdullah Ocalan li pey wê çûye gund. Herwiha ronahiyê dixwe ser destpêka evîna xwe ya li gel hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer.

 

Di beşa duyemîn de te behsa wê yekê kir, ku di 14 salî de tevlî siyasetê bûyî û bi rêya xalê xwe derbarê siyaset û doza Kurd û Kurdistanê de bûyî xwedan zanyariyan. Herwiha te Şivan Perwer nas kir. Yekemîn car te rêxistina DDKD nas kir û paşî grûbên din derketin, ku behsa maf û azadiya Kurd û Kurdistanê dikirin. Gelo PKK wê demê derketibû?

 

Belê, PKKê dest bi xebatan kiribû lê ne bi navê PKKê bû. Di sala 1977ê de bi navê “Şoreşgerên Kurdistanê” bû. PKK hêj nehatibû damezrandin. Grûbeke xortan li Wêranşarê bûn, ku yek ji wan di nava PKKê de pir bi navdar bû, navê wî Mistefa Gezgor bû, paşî şehîd bû. Xortekî gelek çalak û bê tirs bû, egîdek bû. Bi rastî jî baweriya wî gelek bihêz bû. Wê serdemê du mamosteyên jin ên bi navê Eyşe û Kezban bûne hevalên min, herdu jî ji Dêrsimê bûn. Mamosteyên neqş, karê dirûtinê bûn. Ew PKKyî bûn û wê demê PKK tenê grûbeke îdeolojîk bû. Piştî ez ji Wêranşarê derketim, min bihîst ku Eyşe li bajêr şehîd bûye.

 

Wan jinan ji we re behsa çi dikir?

 

Herdu mamasteyan di qursekî dewletê de perwerdeya karên dest didan keç û jinên Wêranşarê. Nêzîkî 50-60 kes li ber destê wan hînê neqş û dirûtinê dibûn. Wan xwestin ku ez jî herim qursê. Lê dema çûm min zanî, ku merema wan ne qurs û perwerdeya karê destî ye. Li wir xebata perwerdeya siyasî dabûne destpêkirin. Perwerde li avahiya wê qursê dihate kirin, hefteyê de çend caran keç û jin kom dibûn. Eger di malekê de ba dibe bala polîsan bikişanda lê li wir bal nedikişand.

 

Şoreşgerên Kurdistanê, an ku PKKê wê demê broşûrek (namîlke) derxistibû. Bingeha xwendin û perwerdeya me li ser vê broşûrê bû. Herwiha pirtûkên bi navê “Alfabeya Sosyalîzmê, Materyalîzma Diyalektîk, Civaka Komûnal” me xwendin. Pirtûkên Marx û Lenîn hebûn, pirtûka Stalîn a bi navê “Mafê Her Gelî Ya Diyarkirina Çarenivîsa Xwe Heye” me xwend. Li ser Kurdistanê jî pirtûka “Dîroka Kurdistanê” hebû. Me her carê pirtûkek dixwend û şirove dikir. Bêguman van pirtûkan %100 cîhana min guhert.

 

Malbata te ji vê guhertinê hesiya?

 

Belê malbat hesiya. Ez, mamosteyên me û li gel çend keçên din di nava vê grûbê de bûn. Carna Gezgor jî dihate cem me. Hevalekî din ê bi navê Weysî Badem hebû, ew jî carna dihate ba me. Di nava vê grûbê de me gelek ji hev hez dikir, bi dil û giyan em bi hevre bûn.

 

Ji bilî perwerdeyê ti çalakiyên we hebûn?

 

Nexêr, me ti çalakî nedikir. Tenê perwerdeya hizrî û gotûbêj bûn. Paşî Saîme Aşkin bû hevala me, ew li Ruhayê mamoste bû. Mixabin paşî ew jî şehîd bû. Saîme dihate cem me û kontrol dikir ka em gihiştine kîjan astê. Ew berpirsa wan mamosteyan jî bû. Min gelek hez ji Saîmeyê kir. Ew ji bo min mînak bû û min ji xwe dipirsî; “gelo ma rojekê ezê jî weke wê bibim?” Saîme Aşkin bibû îdola min. Wê demê Saîme hevala Sakîne Cansiz (yek ji damezrênera PKKê), Fatma (Kesîre Yildirim a hevjîna Abdullah Ocalan) bû. Ew di nava PKKê de grûba yekemîn a jinan bûn. Min Sakîne û Kesîre nedîtibûn lê Saîmeyê ji me re qala jîrî û siyasîbûna wan dikir.

 

Wê demê Sakîne Cansiz hê jî nehatibû girtin, ma ne we ye?

 

Na, ez behsa sala 1977ê dikim. Paşî malbata min şik ji vê guhertinê bir. Êz êdî li hemberî wan jî derdiketim. Min ji bavê xwe re digot; “Çima tu axa yî û ji bo çi milkê xwe nadî gundiyan?” Bavê min jî digot; “Keça min ma ev tişt li ku heye?” Min jî di bersivê de digot; “Ev tişt li Sovyetê heye, li Çînê heye. Li wir wekhevî di nava mirovan de heye û ti kes ji ya din ne mezintir e. Divê li Kurdistanê jî wiha be. Ev der Kurdistan e û tirkan welatê me dagir kiriye.” Weke papaxan min ev tişt dubare dikir (dikene).

 

Bavê te ditirsiya?

 

Gelek ditirsiya. Min jê re digot; “Bi çi awayî dibe bila bibe divê em tirkan ji welatê xwe derbixin.” Bavê min jî digot; “Keça min, Mele Mistefa Barzanî nekarî, Şêx Sedîdê Pîran nekarî, (navên din jî dihejmart û digot) ma hûn dê Kurdistanê rizgar bikin? Keça min bi aqil be û li mala xwe rûne. Ma kî ye van hizran dixe serê te?” Min qet nediwêrî behsa hevalên xwe ji bavê xwe re bikim. Paşî rojekê polîsan avêtine ser avahiyê.

 

Avahiya neqş û dirûtinê?

 

Belê, polîsan herdu hevalên me girtin. Paşî hatine mala me û ez jî hildam. Gotin, ku tu jî diçî wê qursê û me navê te li wir dîtiye. Bi vî awayî, cara yekemîn keçekê ji Wêranşarê, ku hemû bajêr malbata wê nas dike, ji aliyê dewletê ve dihate binçavkirin. Di nava sûkê de, di navbera polîsan de, li pêş çavê hemû kesan ez wisa birim. Xelkê di nava xwe de ji hev dipirsî ka ev kê ye? digotin, keça Şêx e û xelk ecêb dima. Çima? Çi karê keça Şêx heye, ku ew girtine? Wan polîsan ez birim dozgeriyê. Vê bûyerê weke teqîna bombeyekî di nava Wêranşarê de olan da.

- Çima hatiye girtin?

- Ji ber siyasetê.

- Kî ne ev ên siyasetê dikin, çi dikin?

Bi van pirsan Wêranşar hejiya. Pismamên min mezinên Wêranşarê ne û ji wan re dibêjin Mala Şêxanlî. Ji wan serokşaredar hebûn, yek ji wan jî parlamenter bû, ku di destpêka salên 1990î de di nava parlamentoyê de kuştin. Danûstandina wan li gel dewletê hebû.

 

Piştî bûyerê dayika min diçe mala serokê şaredariyê Muharem Şêxanlî û dibêje, ku polîsan ez keça wê girtine. Muherem jî ji dayika min re dibêje, ku dema ew hatine mala me ferq kiriye, ku keça wê xwedî hizreke cuda ye, ew xistibûne nav lêpirsînê. Muharem şêxanlî dibêje: “Keça te ji min pirsî, tu serokê şaredariyê yî ka te ji bo Kurdistanê çi kiriye? (dikene) Di wê temenê de kî van hizran dixwe serê keça te?” dayika min jî dibêje, “Nizanim, hinek hevalên wê hene, dibe ew bin.” Muharem jî dibêje; “Ev keç dê bibe agir, divê em wê biparêzin, ji ber ku biçûk e. Kurd û Kurdistan ketiye mejiyê wê, ew dê xwe li tiştekî biqelipîne.” Dayika min ji wî dixwaze ku here cem polîsan da ku min nexin girtîgehê û îşkencê.

 

Wê demê wisa bû…

 

Erê. Ez birim pêşberî dozgher û wê ji min pirsî ka çima têkîliya min bi wan kesan re heye, min jî got ku hevalên min in.  Ji min pirsî ka em li qursê çi dikin, min got em fêrê neqşa û dirûnê dibin. Lê wî got, ku pirtûkên me hatine girtin û ew dizanin ka li wir çi diqewime. Dozger ji min pirs kir: “Ma tu jî weke wan hizir dikî ku em dagirker in û hatine vê derê welatê we dagir dikin?” Min qet bersiv neda. Ji ber ku bersiv bidin dê di îfadeyên min de binivîsandana. Pirsa xwe dubare kir lê in daxwaza parêzer kir (dikene). Dozger ji min re got “Na tu ne mîna wan keçên dinê yî û tu baş î, çima xwe dixî nava van tiştan?” Paşî pesnê malbata min kir û xwest ez neçim cem wan. Piştî demjimêrek du demjimêran ez berdam. Bav û birayên min ez birime malê.

 

Tu tirsiyayî? Ji ber ku dadgeha mezin li mal bû…

 

Belê. Birayê min digot, ezê wê bikujim. Em tev ji birayê min ê mezin ditirsiyan. Me jê re digot Keko. Ez gelek tirsiyam, ku tiştekî bi serê min de bîne. Bavê min ji dayika min xwest ku amadekariyan bikin da em herin gund û paşî ez birime gund. Wan ez danîme gund û vegeriyan û ez li cem dapîra xwe mam. Bi vî awayî ceza dane min, ez ji hevalên xwe veqetiyam. Ji lewra gelek hers bûm û dilteng bûm. Bi vî awayî 2 heta 3 heyv derbas bûn.

 

Di vê heyamê de dapîra te û kesên li gund şîret li te dikirin?

 

Belê, dapîra min gelek şîret li min dikirin û digotin, ka ev kîne bûne sedem ku ez werim binçavkirin û bikevim dadgehê. Lê wan mesele fêm nedikirin. Nedizanîn ka em daxwaza çi dikin. Rojeveke wiha li cem wan tune bû.

 

Ji xwe navê Kurdistanê jî wê demê zêde nedihate bikaranîn, tenê digotin em kurmanc in…

 

Rast e, dapîra min digot; “keça min em tev de kurmanc in. Ma tu daxwaza çi dikî?” bi gotineke din hebûna desthilata tirkan qebûl kiribûn. Hemû tiştek û ew pergal ji wan re xwezayî û normal bû. Di nava gel de navê me “telebe” (xendekar) bû. Digotin “em nizanin ka ev telebe çi ji me dixwazin. Bavê min bi min re nediaxivî û birayê min jî ji min sil bibû. Dayika min jî mîna berî nêzîkî min nedibû. Ez bawer dikim, ku bavê min ji ber min ji wê hers bibû.

 

Rojekê min dît, ku otomobîlekê spî hate gınd. Herdu hevalên min têde bûn. Ew 2-3 mehyan girtî mabûn û ji hepsê derketibûn. Birêz Abdullah Ocalan û Mistefa Gezgor, bi tevê gundiyekî me jî li gel wan hatin. Herdu mamosteyan ji Saîmeyê re gotibûn, ku malbata Gulîstanê ew li gund girtine.

 

Wê demê Abdullah Ocalan jî li wê herêmê bû?

 

Belê, dawiya sala 1977ê bû û Ocalan jî hatibû Ruhayê. Lê wê demê kesî ew nas nedikir. Berî ji me re behsa wî dikirin û digotin “Heval Abdullah” lê ew min nedîtibû. Mêhvan hatin û li eywana mala me rûniştin. Ji bavê min re gotibûn, ku hevala wan li vi e û ew hatine wê bibînin. Navê min jî weke Dilovan anîbûn. Wê demê di nava komê de navê min kiribûn Dilovan.

 

Navê we jî guhertibûn…

 

Erê, di nava komê de navê min Dilovan bû. Bavê min dibêje, “ma Dilovan kî ye? ez kesekî bi vî navî nas nakim.!”

 

Hiştin hûn hev bibînin?

 

Na. Herdu hevalên min ên mamoste hatine cem min lê zilam li eywanê man. Bavê min û Ocalan dikevin nîqaşê. Bavê min ji wî re dibêje; “Hişê xwe bînin serê xwe, bixwînin bibin mirov, dîsa kurdîtiya xwe bikin. Ti kesî Kurdîtî ji destê me dernexistiye. Binerin Mele Mistefa û Şêx Seîd nekarîn Kurdistanê ava bikin. Ma hûn kî ne bikarin li dijî dewletê bisekinin? Di Kurdan de kî serê xwe rakiribe, serê wî hatiye perçiqandin, hatiye tune kirin. Hûn hêj di destpêka rêkê de ne û dest jê berdin.” Bavê min ji Ocalan dipirse ka çi dixwîne, ew jî dibêje, ku zanistên siyasî dixwîne. Bavê min jî dibêje; “Here ji xwe re bibe walî û qaymiqam. Çima tu ketî li pey Kurmancan?” Ocalan jî bersivê dide; “Ji xwe tu axa yî û van gundiyan tevan ji bo xwe dixî kar û xizmeta te dikin û tu keda wan dixwî.”

 

Di dawiyê de bavê min dixwaze mêvan xwarinê bixin lê Ocalan dibêje; “heta em Dilovan nebînin em xwarinê naxwin.” Bavê min vê daxwazê qebûl nake.  Herdu hevalên min hatin û em bi hevre şa bûn û giriyan. Lê min tekoşîna xwe berneda, gundiyên xwe birêkdixist (dikene).

 

Li hember bavê xwe mejiyê gundiyan diguherî û radikî serhildanê…

 

Piştî çûna wan ez têr giriyam. Min birêz Ocalan li wir nedît lê paşî me Beyrûdê hev dît. Wê demê ji min pirsî: “Ma tê bîra te em ketin pey te û heya gund hatin lê bavê te tu nîşanê me nedayî?” Ew jî weke bîranînekê ma. Piştre li gund min dît, ku rewş nebaş dibe û her diçe malbat azadiya min bi sînor dike. Ez jî rabûm min ji Şivan re nameyek şand. Wî beriya biçe Almanyayê sozek dabû min.

 

Şivan (Perwer) wê demê çûbû Almanyayê?

 

Belê, Şivan 1986ê de çûbû Almanyayê. Lê me ji hev re name dinivîsand. Telefon nebûn ji xwe. Dayik û bavê min dixwestin min bizewicînin, destê xwe zû bigrin da ku min ji hemû tiştan dûr bixin. Xwazgînî dihatine malê lê min ji dayika xwe re gotibû; “Eger hûn min bizewicînin ezê xwe bikujim!”

 

Wê demê te û Şivan ji hev re name dişand, gelo peywendiyeke dildarî bû?

 

Me ji hev hez dikir. Ji xwe ew jî çîrokeke din e. Şivan 10 salan ji min mezintir e. Dema ez di zikê dayika xwe de bûme, Şivan jî li gundê me bûye û çûye ber berxikan. Dayika min behsa Şivan dikir û digot, ku kurekî jîr û çavverkirî bûye, li dora dayika min çûye û hatiye. Wê demê dayika min ji wî re gotiye; “Binere lawo, eger tu herî dibistanê û bixwînî, ev zaroka di zikê min de keç be, ezê bidim te.” Bi gotina dayika min, dema ez çêbûme, wê ez xistime nava dergûşê, li ber rojê ez zerînî û ciwan bûme. Rojekê Şivan hatiye wiha ez dîtime û ji dayika min pirsiye: “Jinmam tu dê vê keçikê bidî min?” Dayika min jî gotiye: “Erê, eger tu bixwînî û bibî mirovekî mezin, ezê bidim te.” Şivan wê kêliyê şivika di destê xwe de davêje û dibêje; “Wellehî ezê herim dibistanê.”   

 

Di xeleka din de emê behsa evîna Gulîstan û Şivan Perwer bikin…

 

Nivîsîn: Necmî Salih