Rojîn li ser Şingal û Kobanî distrê

19-12-2014
RÛDAW
Rojîn
Rojîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Destpêka sala bê hunermenda kurd Rojîn elbomekê nû belav dike ku di nav de stranek taybet li ser Şingal û Kobanî jî heye.

Rojîn ji Rûdawê re ragihand: “Elboma min ya nû bi navê “Ji nûve” ye û ji 17 stranan pêk tê. Piraniya wan stranan ji awaz û gotinên min in.”

Hunermenda kurd Rojîn wiha domand: “Bi taybetî strana Kobanî ku bi zimanê kurdî û Îngilîzî hatiye amadekiri, ji awaz û gotinên min e.”

Rojîn da zanîn ku, 2 stran ji elboma wê ya nû bi şêwezarê Soranî ye û yek li ser Roboskî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst