Hejmara pirtûkên Avestayê digihe 900î
Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara pitûkên Weşanxaneya Avestayê îsal digihe 900î.
Weşanxaneya Avestayê ku navenda wê li Stenbolê ye û bi piranî derbarê dîrok, çand û edebiyata Kurdî berhemane belav dike û hejmara pirtûkên wê îsal digihe 900î.
Weşanxaneya Avestayê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku pirtûka 900î dê “Botanname”ya Berken Bereh be.
Botannameya Berken Bereh ji 10 dîwanên kevn, yeke nû, hinek nivîsên li ser wî û fotoyan pêk tê.
Botanname bi boneya 50 saliya nivîskariya Berken Bereh derdikeve.
Hejmara nusxeyan hezar heb in û tenê carekê çap dibe.
Weşanxaneya Avestayê sala 1995an ji aliyê Abdullah Keskîn, Rûken Bagdu û Songul Keskînê ve hatiye damezirandin.
Niha birêvebirê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn e.
Ber bi KITÊBA 900î ve…
— Avesta Yayınları (@avestayayin) November 19, 2024
Jimara kitêbên avesta îsal digihe 900î.
Kitêba 900î BOTANNAMEya BERKEN BEREH e ku ji 10 dîwanên kevn, yeke nû, hin nivîsên li ser wî û fotoyan pêk tê.
BOTANNAME bi hênceta 50 SALIYA NIVÎSKARIYA BERKEN BEREH derdikeve, jimara nusxeyan 1000 heb e û tenê… pic.twitter.com/1S11dmzPsa