Xêro Abas û keça xwe bi hev re ‘Çaw Bella’ bo piştevaniya Rojhilatê Kurdistanê gotin

19-11-2022
Xêro Abas û keça xwe Rona bi hev re ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê strana Çaw Bella gotin û weke klîb belav kirin
Xêro Abas û keça xwe Rona bi hev re ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê strana Çaw Bella gotin û weke klîb belav kirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermedê navdar ê ji Rojavayê Kurdistanê Xêro Abas û  keça xwe Rona strana “Çaw Bella” ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê bi hev re gotin.

Çaw Bella ku orjînala wê wek “Bella Ciao” tê gotin, hunermedê Kurd Xêro Abas û keça xwe Rona bi hev re ji bo piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê gotin û weke klîb belav kirin.

Muzîka wê Hakan Akay amade kiriye û derhêneriya klîbê, Kamîran Betasî kiriye û ji aliyê Elî Delekî hatiye edîtkirin.

Orjînala strana Îtalî ye û  di dema şerê cîhanê yê 2yemîn de hatiye gotin. Nayê zanîn ka kê gotinên wê nivîsandine, lê ev stran li seranserê cîhanê navdar bûye û li gelek welatan hatiye gotin û li ser gelek zimanan hatiye wergerandin.

Stran ji aliyê partîzanekî Îtalî ve li dijî faşîzm û dîktatoriya Mossolînî hatiye gotin û  muzîka wê ji folklora Îtalî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst