Qeyran: Navê hin stranên min Şingal, Pêşmerge û Kobanî ne

19-11-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendê ji Bakurê Kurdistanê Şerîf Qeyran albûma xwe ya nû amade kir û klîpa stranekê li ser bobelata Şingalê kişand.

 

Şerîf Qeyran behsa albûma xwe ji Rûdawê re kir û got: “Ji 11 stranan pêk tê. Ji albûmên min ên din cuda ye û pirraniya stranan niştimanî ne.”

 

Qeyran herwiha got: “Navê hin stranên albûma min wiha ye: Şoreş, Rojava, Şingal, Pêşmerge, Kobanî, Azadî, Qendîl û Ala Kurdistanê.”

 

Navborî klîpa strana xwe ku li ser karesata Şingalê gotiye kişandiye û dibêje: “Ez albûma xwe pêşkêşî Kurdistan û dayîkên şehîdan dikim.”     

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst