AMED - Belgefîlma ‘Mamostayo Bêmamosta, Malmîsanij’ tê nîşandan

Hewlêr (Rûdaw) - Derhênerê Kurd Keremo jiyana nivîskar û zimanzanê Kurd Malmîsanij bi navê “Mamostayo Bêmamosta” kir belgefîlm.

Girtina belgefîlmê li Swêd, Almanya, Fransa, Tirkiye, Bakur û Başûrê Kurdistanê sal û nîvekê berdewam kiriye.

Malmîsanij yekem kes e ku ferhenga Kirmanckî û Tirkî nivîsandiye.

Ew her wiha di serdema modern de yekem nivîskar e ku bi Kirmanckî berhem nivîsandine.

Îro seat 17:00an dê galaya belgefîlma “Mamostayo Bêmamosta” li Amedê were çêkirin.

Belgefîlm dê li Hola Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê were nîşandan.

"Celadet Alî Bedirxan ji bo Kurmancî çi be, Malmîsanij jî ji bo Kirmanckî ew e"

Derhênerê Kurd Keremo li ser belgefîlma xwe ji Rûdawê re got:

“Ev belgefîlm li ser jiyana Mihemed Malmîsanij hatiye çêkirin.

Ew yek ji zimanzanên Bakurê Kurdistanê ye ku emrê xwe ji bo Kirmanckî derbas kiriye.

Dikarim bibêjim Malmîsanij yek ji wan kesan e ku Kirmanckî ji mirinê xelas kiriye.

Ev fîlm biyografiya wî ye, behsa jiyana wî û xebatên wî yên li ser Kirmanckî dike.

Xebatên ferhengê û 30 pirtûkên wî yên lêkolîn û projeyên wî yên bi vî rengî li xwe digire.

Her wiha em di belgefîlma xwe de behsa salên wî yên sirgunê jî dikin.

Rola wî ya sereke zindîkirin û xilaskirina ji mirinê ya zaravayê Kirmanckî ye.

Ji bo temaya fîlmê dikarim bêjim ku Celadet Alî Bedirxan ji bo Kurmancî çi be, Malmîsanij jî ji bo Kirmanckî ew e, fîlm hinekî bi vî rengî ye.”

Keremo li ser belgefîlma “Mamostayo Bêmamosta” her wiha anî ziman:

“Me cara yekem 9ê Hezîranê li Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê galaya belgefîlmê çêkiribû.

Gelek nivîskar, akademîsyen û hunermend beşdarî galayê bûbûn.

Îro seat 17:00an jî em galaya belgefîlma xwe li Amedê çêdikin.

Belgefîlm dê li Baroya Amedê li Hola Konferansê ya Tahîr Elçî were nîşandan.”

Malmîsanij kî ye?

Malmîsanij sala 1952yan li gundekî Amedê ji dayîk bûye.

Wî xwendina xwe ya pêşîn û navîn li Kurdistanê û ya bilind (zanîngeh) jî li Enqereyê qedandiye.

Malmîsanij di navbera salên 1975 û 1981ê de di zindanên Tirkiyeyê de bû.

Sala 1982yan ew çû derveyî welêt.

Malmîsanij li Zanîngeha Sorbonneyê (Parîs) û Zanîngeha Uppsalayê (Swêd) beşa Zimanên Îranî xwendiye.

Wî her wiha li Zanîngeha Linkopingê (Swêd) perwerdenasî jî xwendiye.

Wî herî dawî li Zanîngeha Goteborgê (Swêd) mastera xwe xwend.

Malmîsanij herî zêde bi Kirmanckî, Kurmancî û Tirkî dinivîse.

Ew yekem kes bû ku piştî Ehmedê Xasî û Usman Efendiyê Babijî bi Kirmanckî nivîsandiye.

Malmîsanijî û hin hevalên xwe di salên 1979-1980î de kovareke bi navê “Tîrêj” derdixist ku bi Kurmancî û Kirmanckî bû.

Sala 1987an ferhenga Malmîsanij a Kirmanckî hat weşandin.

Wî her wiha Mewlûda Ehmedê Xasî û Usman Efendiyê Babijî ji alfabeya Erebî kir alfabeya Latînî û ew her du helbestvanên Kurd dan nasîn.

Heta niha di dehan rojname û kovarên Kurdî de Malmîsanij hatine weşandin.

Ew her wiha wekî yek ji birêvebirên van kovaran xebitiye: Tîrêj (Îzmîr), Hêvî (Parîs), Armanc (Stokholm), Çarçira (Stokholm), Wan (Stokholm), Çira (Stokholm).