Stranbêja Cihû ya ku tê xwestin ji Tirkiyeyê derkeve daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Hemwelatiya Tirkiyeyê stanbêja bi eslê xwe Cihû Linet Mor Menasheyê wêneyê Îsraîliyên mirîne parve kir û li ser gotina “Hemas qatil e.” nivîsîbû.

Li ser medyaya civakî li hemberî parvekirinê bertek hat nîşandan û Linet Mor Menasheyê daxuyaniya duyemîn parve kir.

Stanbêj Linet Mor Menashe got, “Li aliyekî ew qasî êş tê kişandin û rewşa ez niha ketimê şêweyeke din a vê êşê ye.”

Linet Mor Menasheyê xwest ku demlidest dawî li şerê Îsraîl - Filistînê were û got, “Helwesta kesên ku min dikin hedef ne wijdanî ye.”

Ji ber ku Linet Mor Menasheyê Îsraîl şermezar nekiriye, bikarhênerên medyaya civakî xwest ku ew were dersînorkirin.

Linet Mor Menasheyê têkildarî nerazîbûnan ev daxuyanî parve kir:

“Malbata min beriya 500 salî di dema Osmaniyan de hatine Tirkiyeyê. Ez jî li Tirkiyeyê ji dayîk bûme.

Ev 30 sal in li ser vê axê, bi hunera xwe debara xwe dikim û wekî her mirovekî baca xwe didim vê dewletê.

Wekî gelên Misilman, Cihû û Xiristiyan me cîrantiya hev kiriye. Heya niha me bi aramî jiyana xwe derbas kiriye û em dê ji îro şûn de jî wiha bijîn.

Ez jî wekî we hemûyan vê hovîtiyê dibînim. Ez ji bo her du aliyan jî dixwazim ev xwînrijî raweste.

Malbata min, biraziyên min ên biçûk di nava şer de ne. Di şer de kes bi ser nakeve. Ziman, ol û nijada xwîna tê rijandin nîne. Di mijarekê wiha de, we ez kirim hedef. Ev ne nêzîkatiyeke wijdanî ye.

Dema we şîrove kir hinekî hestiyar nêz bibin. Hêvî dikim ku demlidest dawî li vê xwînrijiyê bê. Xweda hemû miriyan bi rehma xwe şa bike.”