Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê bi dawî dibe: 42 fîlm û kurtefîlm hatin nîşandan

19-10-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Xelatgirên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê eşkere dibin
Xelatgirên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê eşkere dibin
Nîşan Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Xelat Alîkariya Xezîneyê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – 3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îro bi dawî dibe.

Di çarçoveya festîvalê de, ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û Rûsyayê, 42 filmên Kurdî hatin nîşandan û 40 ji wan di pêşbaziyê de cih digirin.

Xelatgirên Festîvalê dê 19ê Mijdarê bêne îşev tên eşkerekirin.

Di festîvalê de zêdetir kurtefîlman cih girtine û di wan de girîngiyekî zêde bi zimanê Kurdî hatiye dayîn. 

 “Ji Bakûrê Kurdsitanê beşdarbûneke xurt heye”

Derhênerê filma “Bîrexane”yê ku ji Bakurê Kurdistanê beşdarî festîvalê bûye Bîlal Korkut wiha axivî:

“Ji Bakurê Kurdsitanê, îsal gelek fîlm beşdarî festîvalê dibin. Yek ji van jî filma min metrajdirêj e. Ji dervey filma min, 3 filmên din ên metrajdirêj hene. Herwiha belgefîlm û kurtefilm gelek in.

Li Bakurê Kurdsitanê xebatên sînemaya Kurdî gelekî zehmet e lê dîsa jî gelek film hatine girtin. Ji ber vê jî filmên ji Bakur beşdarbûne gelekî girîng in.”

Derhêner û lîstikvanê filma “Pîrebok”ê  Nurullah Kaya jî got:

“Ev film ji bo min bi nirx e. Ji ber ku bi devoka zazakî katiye nivîsin. Ez hêvî dikim ku gelek filmên din jî bi vê devokê werin nivîsîn û weşandin.”

"Derhênerên jin kêm in"

Alîkara derhênerê filma Bîraxaneyê Rojda Oral jî behsa cihê jinê di sînamayê de kir û wiha anî ziman:

“Hejmara jinan li festîvalê gelekî kêm e. Derhênerên jin, lîstikvan û herwiha di gelek qadan de jin kêm in lê xuya dike ku hejmara jinan her ku diçe zêdetir dibe.”

Wezareta Çandê ya Rûsyayê Festîvala Filmên Kurdî ya Moskowê xistiye nav lîsteya festîvalên filmên navneteweyî yên sala 2023yan yên ku li Rûsyayê têne lidarxistin.

Tora Medyayî ya Rûdawê jî yek ji hevkarên serekê yên festîvalê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst