Peymangeha Muzîkê ya Mîrzo li Şingalê xebatên xwe berfireh dike

19-09-2022
Aydin Bayram @aydn_byram
Peymangeha Muzîkê ya Mîrzo li Şingalê xebatên xwe berfireh dike
Peymangeha Muzîkê ya Mîrzo li Şingalê xebatên xwe berfireh dike
Nîşan Peymangeha Muzîkê ya Mîrzo Şingal Ganî Mîrzo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li komelgeha Xane Sorê ya ser bi navçeya Şingalê ve piştî sê sal û nîvan perwerdeya li Peymangeha Muzîkê ya Mîrzo, niha Koma Muzîkê ya Mîrzo daye avakirin û wê komê dest bi belavkirina stranan kiriye. Peymangeha Muzîkê ya Mîrzo dixwaze bi piştevaniya hikûmeta Herêma Kudistan yan kompaniyan li kampên penaberan yên li Başûrê Kurdistanê konseran saz bikin.

Peymangeha Muzîkê ya Mîrzo li navçeya komelgeha Xane Sor a Şingalê di sala 2019an de ji aliyê hunermend û muzîkjenê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Ganî Mîrzo ve bi armanca perwerdekirin û alîkariya derûnî ji bo ciwanên Kurdên Êzidî û parastina muzîka resen a Kurdên Êzidî hate avakirin.

Despêka îsal jî li nahiya Sinûne ya girêdayî Şingalê peymangeheke fêrbûna Muzîkî bi serperiştiya Ganî Mîrzo hat vekirin ku hejmareke rizgarbûyên ji destê DAIŞê ji bilî perwerdeya muzikê, weke derûnî jî ji peymangehê sûd werdigrin.

Niha jî Peymangeha Mûzîkê ya Mîrzo, grûpeke muzîkê bi navê Koma Muzîkê ya Mîrzo ava kiriye û çend stran amade kirine û li ser torê medyaya civakî weke Youtube, Facebook û Instagramê belav kirine.

Nêzîkî 20 endamên komê hene û heta niha du çalakî li dar xistine, ya duyem jî konserteke bîranîna Komkujîya Kurdên Êzidî bû.

Ganî Mîrzo ji Rûdawê re diyar kir ku Peymangeha Mûzîkê ya Mîrzo, dixwaze bi Koma Muzîkê ya Mîrzo xebatên xwe berfireh bike weke li kampên penaberan yên li Başûrê Kurdistanê konseran saz bikin.

Mîrzo da zanîn ku, lê ji ber nebûna piştevaniya saziyên hikûmetê yan jî nehikûmî û kompanî û karsazan ew rastî astengiyan tên û got: "Ev erka Wezareta Çand û Hûnerê ya Herêma Kurdistanê ye û divê wezaret alîkar be û li vê erka xwe rabe."

 

Ganî Mîrzo kî ye?

Ganî Mîrzo sala 1968ê li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî lîseyê berê xwe daye Helebê û li wir bo du salanan beşa muzikê xwend, piştre vegeriya Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitî.

Piştî qedandina leşkeriyê, ji bo xwendina muzikê berê xwe da Ewropayê. Ev bûn bîst sal ku ev awazsazê kurd li bajarê Barcelonayê dijî û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire. Ganî Mîrzo niha jî bi awayekî zanistî û profosyonel xebatê li ser pêşxistina muzîka Kurdî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst