Derhênerê Kurd li festîvala Edeneyê du xelat wergirt

19-09-2021
RÛDAW
Di Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn li Edeneyê de fîlmên serketî hatin xelatkirin
Di Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn li Edeneyê de fîlmên serketî hatin xelatkirin
Nîşan Mehmet Ali Konar Govenda Alî û Dayîka Zîn Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn li Edeneyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fîlma derhênerê Kurd Mehmet Alî Konar a bi navê “Govenda Alî û Dayîka Zîn” di 28emîn Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn li Edeneyê de du xelat bidest xist. Konar ji Rûdawê re got ku ew dê beşdarî Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê jî bibin.

Di Festîvala Fîlman a Gûzika Zêrîn li Edeneyê de ku ji aliyê aliyê şaredariyê ve tê sazkirin, fîlmên serketî duh Şemiyê 18ê Îlona 2021ê bi merasimekê hatin xelatkirin. Fîlma Ahmet Nejdet Çupur a bi navê “Zarokên Nehs / Yaramaz Çocuklar” xelata mezin a festîvalê wergirt.

Fîlma bi kurdî ya derhêner Mehmet Alî Konar “Govenda Alî û Dayîka Zîn” hêjayî Xelata Yilmaz Guney û Xelata Siyadê ya Cuneyt Cebenoyan hat dîtin.

Konar bi fîlma xwe ya bi navê “Hewno Bêreng” (Xewna Bêreng) jî di sala 2018an de gelek xelatên navnetewî wergirtibû û di Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê xelata baştirîn derhênerê wergirtibû.

Derhenêrê Kurd ji Rûdawê re diyar kir ku li Tirkiyê ev duyêmîn festîvala fîlma wî beşdar bûye û got: “Rast e me di vê festîvalê de du xelat wergirtin. Bi taybetî xelata bi navê Yilmaz Guney ji bo me gelek girîng bû. Xelata duyemîn jî ya rêxistinên sînemya Tirkiyê SIYAD bû. Herdu xelat jî gelek hêja ne û ez li ser navê xwe û hevalên xwe gelek kêfxweş im.”

Konar eşkere kir ku ew dê beşdarî fîlma Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê ya îsal de jî beşdar bibe û wiha pê de çû: “Ne tenê festîvala Duhokê, wek bajêr ji bo min girîngeyeke xwe heye, ji ber ku ji 2-3 bajêrên ku rêveberiya wê di destê me Kurdan de ye. Dema ez diçim wê derê xwe ji sedî sed azad his dikim. Ji bo sînemaya me jî ji bilî Duhokê wek cografî ciheke nîne em fîlmên xwe nîşan bidin. Kengê fîlman çêdikim yekser Duhok tê bîra min.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst