Nostaljî û helbesta Kurdî ya nû

«Nostaljî di helbesta Kurdî ya nû de» nameyeke masterê ya Soran Mamend e, bi serperiştiya Dr. Îdrîs Ebdulla Mistefa sala 2014an pêşkêşî fakulteya edebiyatê ya Zanîngeha Selahedînê hat kirin.

Nostaljî hesteke derhişî û nehişyar e ku li ba her mirovekî heye. Ev peyv cara pêşî sala 1688an li Siwîsrayê di nameyeke akademî ya warê pizîşkî de hat bikaranîn. Lê di helbest û edebiyatê de bi awayekî nû di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala bîstan de derbasî nav rexneya edebî û bi taybetî rexneya derûnî bû.

Nostaljî xeyaleke ji serdema raborî ya tijî heybet û şanazî çavkanî digire. Ev raborî niha nîn e û zindîkirina wê jî ne pêkan e. Dema tu ne li cîwarê xwe bî, yekem berteka te vegera li wê raboriyê ye! Yan rev û xewn û xeyal e, lewma nostaljî pêdiviyeke wêjeyî ye. Di hemû metin û tekstên wêjeyî de bi awayekî ji awayan nostaljî heye.

Name ji du beşan pêk tê. Beşê yekem du birran li xwe digire ku her birrek ji 8 bendan pêk tê. Pêşî têgih, çemik, reh, cûre, ûştên derketin û taybetmendiyên nostaljiyê tên nîşandan. Birrê duyem jî behsa pêwendiya nostaljiyê bi warên cuda yên wek dastan û derûnnasiyê re dike. Nostaljî peyveke hevedudanî ya Yewnanî ye û tê maneya xem û jana vegera malê.

Hinek ferhengên Fransî nostaljiyê wek nexweşiya xwegirêdana bi welêt ve tarîf dikin. Bi guherînên dinyaya nû re, wateyên nû li têgiha nostaljiyê jî hatine barkirin. Xema jidestdana raboriyê bingeha nostaljiyê ye. Gelek nivîskar li hundirê welat heman jan û xema wan a nostaljîk heye, ev jî bi sedema guherînên ku ne bi dilê wan in.

Lêkolînvan Soran Mamend derbarê reh û kokên nostaljiyê dibêje, navekî nû ye ji bo rewşeke derûnî ya kevn ku dîroka wê vedigere zayîna bavê me Adem û dayika me Hewayê û kuştina Habîl bi destê birayê wî Qabîl. Paşê behsa cûreyên nostaljiyê (takekesî û giştî), taybetmendî û ûştên derketin û sûdên wê dike.

Di warê huner û edebiyatê de, rola nostaljiyê di berhemanîna fikir û hizirên afirîner de heye. Bi nerîna Gaston Bachelard, tenêtî û xerîbî bi tena serê xwe afirandin û dahênan in.

Di birrê duyem de behsa pêwendiya nostaljiyê bi dastan, efsane, bîranîn, derûnnasî û huneran re dike. Herwiha amaje dide dîwana Naley Cudayî ya Hêmin û Ferhengî Xem a Hesîb Qeredaxî û Le Xurbeta ya Mihemed Omer Osman û qala çend helbestvan û çîroknivîsên Kurd ên din jî dike.

Hevdem behs dike ku Kurd ji ber guhdana wan bi hest û dilîniyan, edebiyata wan jî mişt hestên nostaljîk e, her wekî nasnavên gelek helbestvanan nostaljîk in, wek: Peşêw, Peroş, Bêkes, Rencder, Zamdar, Bîmar, Dilzar, Şeyda û hwd. Di dawî de qala pêwendiya nostaljiyê bi rêbazên wêjeyî re dike û mînakan ji helbestên helbestvanên Kurd tîne.

Beşê duyem, di birrê yekem de cûreyên nostaljiyê di helbestên Ebdulla Peşêw, Enwer Qadir Mihemed û Sebah Rencder de berçav dike. Di nostaljiya takekesî (zatî) de behsa vegera bo zarokatî, serdema pakî û wek milyaketan dike ku hê jî dil û derûna mirov bi kîndarî û hîlebaziyên jiyanê zingar negirtiye.

Enwer Qadir di helbesteke xwe de behsa guherîna rewşa jiyanê li gor temenê zarokatî û ciwaniyê dike:

Le asaney mindalîmda,

Gul le dirk,

Bize le firmêsk zortir in…

Le bahoz û naw gêjenî lawyetîmda

Tawê emiyan, tawê ewiyan

Vegera bo zarokatiyê, cûreke ji reva ji dema niha. Yan Peşêw bi vegera bo ciwaniyê û xeletiya lezkirina lê dibêje:

Min hele bûm

Le rojanî ciwanî û gencîm be pele bûm…

Zor ber dergey nazdarêkim kutayewe

Taku çilî jînî gencîm rûtayewe

Di helbestên Sebah Rencder de jî vegera li ciwaniyê bi eşkereyî diyar e. Têkçûna rewşa siyasî û xopankirina gundên Kurdistanê û cîwarê zarokatî û ciwaniya helbestvan wiha lê dike berê xwe bide Hewlêrê:

Gencîm baweşê bîrewerî bû

Bû be pend û hîkmet..

Lêkolînvan behsa nostaljiya xem û dûriya ji yar û welat li ba her sê helbestvanan dike. Peşêw li xerîbiyê bi dû nasnameya xwe ya ruhî de geriyaye û hewla dîtina wê daye, bi berdewamî jan û eşqa welat daye pêşiya eşqa dildara xwe. Beşekî din ê nostaljiyê xewndîtina siberojeke baştir e. Peşêw dinivîse:

Minalekan!

Êwen zelkaw deşleqênin

Êwen ew bûmelerzaney

Sibey kanî deteqênin,

Êwen sibey

Sinûrî destkird deşkênin

Bajarê nimûneyî (utopya) jî yek ji xalên nostaljiyê li ba her sê helbestvanan e. Enwer Qadir bi sûdwergirtina ji dastan û qehremanên wan dinivîse:

Demwîst biroyn bo pişt kêwî asayîş..

Yan nostaljiya gera li dû jiyana hetahetayî rêyeke din e bo derketina ji vê jîn û cîhana xerîb ku helbestan tê de dijî û bi destê realîteyê hatiye hêrandin lewra dixwaze jê bireve. Sebah Rencder ku bêtir rêgeza xewnên zindî di helbestên de diyar e, di nav valahiyekê de ye û dixwaze jê rizgar bibe:

Hîç şwênêk niye boy bijîm

Gorîş demî gurgêke

Kelbekanî kewtibin

Bişmirim çawanim be kiraweyî demêninewe

Ey dîdarî Xuda

Ştêk le nêwanmanda rûyda

Paşan kitêb û peyamêk dozrayewe

Nostaljiya vegera bo siruştê û tirsa ji mirinê jî li ba her sê helbestvanan eşkere tê dîtin. Paşê lêkolînvanê me qala cûreyên nostaljiya giştî di vegera bo dastan, efsane, folklor, cih û kesayetiyên dêrîn û dîrokî de dike. Lewra jî awir li wan şert û mercan, ûştên zatî û derveyî, giştî û taybetî dide ku helbestên nostaljî yên her sê helbestvanan berhem anîne. Ji wan ûştan: Têkçûna jiyana niha, biçûkiya realîteyê li beramber xewna wan a bê sînor, xerîbî, nebûna dadmendiya civakî, tirsa mirinê û hwd.

Di birrê duyem de qala ziman di teksta nostaljîk de dike ku zimanekî hilbijartî yê dilînî û tijî jan û hêviyên şikestî ye. Herwiha vegera bo wan peyvên ku kêm tên bikaranîn an niha nemane, wek: Das, kûz, cêrî, den û hwd. Xuya ye Peşêw ji herdu helbestvanên din bêtir bi zanebûn ev kar kiriye, wek peyvên: Qireqir, kildan û meften. Peşêw canekî hunerî diyarî van peyvan û tekstên xwe kiriye.

Navnîşan ruhê helbestê ye. Navnîşanên helbestên her sê helbestvan tijî estetîk in. Piraniya herî zêde ya navnîşanan jî bi tekstê re di pêwendiyeke harmonîk de ne. Paşê lêkolînvan qala wêneyên helbestî li ba her sê helbestvanan dike ku çend hunerên rewanbêjiyê wek şibandin û metafor bi kar anîne.

Di dawî de jî encamên lêkolîna xwe berçav dike. Nemaze ûştên dirustbûna nostaljiyê ku li ba her sê helbestvanan ji ber dûrketina ji welat an mana li welêt û dîtina realîteya tal, wek li ba Sebah Rencder tê dîtin.

Herwiha dastan û babetên folklorî wek binyateke hunerî ya nostaljiyê li ba her sê helbestvanan şênber bûye. Heçî zimanê helbestê ye, li ba Peşêw zimanekî zelal e û peyvên kevn bêtir bi kar aniye. Lê herdu helbestvanên din bêtir teknîka nû û zimanekî mecazî bi kar anîne. Enwer Qadir bêtir şêwezarê Silêmaniyê bi ser wî de serdest e, lê Peşêw şêwezarê Hewlêr û derdora wê bi kar tîne, lê zimanê Sebah Rencder bêtir zimanekî yekgirtî ye.

Li ser asta rêjeyê jî nostaljiya tak li ba Sebah Rencder zêde hatiye bikaranîn. Lê nostaljiya giştî di rêza yekê de li ba Peşêw û paşê li ba Enwer Qadir hatiye bikaranîn.