MIHABAD – Termê hunermendê millî yê Kurd hate bixakspartin

19-09-2018
RÛDAW
Mihabad
Mihabad
Nîşan Resûl Nadirî Hunermend Mihabad
A+ A-

Mihabad (Rûdaw) – Li bajarê Mihamad a Rojhilatê Kurdistanê, termê hunermendê millî yê Kurd Resûl Nadirî bi rêwresmekî hate bikaxspartin. Resûl Nadirî yek ji hunermendê naskirî yê Kurdistanê bû ku bi dehan salan dilxweşî û şadî da gelê xwe.


Hunermend Resul Nadirî sala 1933ê li gundekî Mihabadê jidayik bû û ji temenê 15 salî ve dest bi gotina stranan kir. Bavê wî jî heyran û beytbêj bûye.

 

Hunermend Îbrahîm Qadirî di dema merasîma bixakstartinê de got: “Ew hunermendek zîrek bû. Me bi hev re stran û heyran digot. Me ji demjimêr 08.00ê sibê heta 12.00ê şevê stran digot.”

 

Bi tevê hunerê xwe, ew mirovek rûxweş û dilsoz bû û d nav civakê de bi pêkenokên xwe dihate naskirin. Nadirî kesekî nîştîmanperwer dihate naskirin. Sala 1969ê bi tawana “dijitiya hikûmeta paşiayetî” ji aliyê hikûmeta Îran3E ve hate girtin û 3 sal di zîndanê de ma. Di zîndanê de dest bi xwendin û nivîsandinê kir.

 

Hunermend Îsmaîl Sûrî jî got: “Birastî him hunermend û him jî mamosteyekî resen ê Kurdî, yê folklor, heyran, beyt û helbestan bû. Cihê xem û daxê ye ku me ew ji dest da.”

 

Resûl Nadirî serdemekê hevkariya ferheng û hunera Mihabadê kir û herwiha beşdarî gelek şevbihorkên beyt û heyranîgotinan li bajar û gundên Kurdistanê bû.

 

Hunermendê Kurd roja Duşemê (17-09-2018), di temenê 81 salî de ji ber nexweşiyê li bajarê Mihabadê koça dawî kir. Termê wî li beşa hunermendan a Goristana Şuera ya Mihabadê hat bixakspartin.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst