Dengbêjê destanên Kurdî yê ji Efrînê: Cemîl Horo

Navenda Nûçeyan – Îro salvegera wefata dengbêjê navdar ê Kurd ê ji Efrînê, Cemîl Horo ye, ku dengbêjê destanên Kurdî bû.

 

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dengbêjekî navdar hebû, ne tenê li Efrînê belku li Kurdistanê navdar bû, dengekî wî yê gelekî taybet hebû. Ew dengbêj Cemîl Horo ye.

 

Ew di sala 1932 de li gundê Sarincikê li bajarokê Bilbilê ji dayîk bûbû.

 

Ew dengbêjê destanên kurdî bû. Dengbêjê Memê Alan, Dewrêşê Evdî, Xec û Siyamend û gelek destanên din bû.

 

Cemîl Horo, di rewşeke xerab de, di sala 1989 de, roja 19 meha 9 an, li bajarê Cindêrêsê, ji ber nexweşiya şekir, jiyana xwe ji dest dabû û li goristana Ziyareta Henan a li Kefir Cenê, li ser riya di navbera Efrîn û Helebê de hatibû veşartin.