Ji Qeyran û Mukiryanî straneke du-zaravayî

Hewlêr(Rûdaw) - Herdu stranbêj Şerîf Kayran û Nebez Mukiryanî bi hev re straneke nû amade dikin.

Nebez Mukiryanî ji Rûdawê re got: “Yar Yar nûtirîn berhema min û stranbêj Şerîf Kayran e, ku em niha li ser kar dikin û bi şêweya duet û bi herdu zaravên kurmancî û soranî belav dikin.”

Derbarê dema belavbûna stranê de, Mukiryanî got: “Klîpa vê berhemê li Stembolê hatiye kişandin û çîroka stranê behsa evîna qîz û lawekî dike ku nagihijin hevdu.”

Tekst û awaza beşê kurmancî yê vê stranê ji aliyê Şerîf Kayran ve hatiye amadekirin, tekst û awaza beşê soranî jî gelerî ne.