Bawer deriyê 'Keleha Dûr' ji xwîneran re vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereya payexta Tirkiyeyê, romana nû ya nivîskarê Kurd Bawer Rûken a bi navê Keleha Dûr hat belavkirin.

Romana Keleha Dûr ku berhema Bawer Rûken a şeşemîn û romana wî ya pêncemîn e, îsal li bajarê Enqereyê ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat weşandin. Ev roman ji 416 rûpelan pêk tê.

Bawer Rûken behsa romana xwe ya nû ji Rûdawê re kir û diyar kir ku heya niha jî gelek kelehên zordarî û zulmê yên nûjen li ser axa Kurdistanê hene û dikarin wekî sembolên bindestiyê werin dîtin.

Lê li gorî Bawer, kelehên hîn xerabtir jî hene ku reng e bi çav neyên dîtin:

"Ji bilî kelehên zilmê, îşkence û kuştinê, hin kelehên di hundirê mirov de, di cihên ku tarîtiyê ew nixumandine de jî hene ku di demên çetin û dijwar de derdikevin ber ronahîyê. Tevgerên ku di wan demên dijwar de peyda dibin jî cihê xwe di romanê de digirin."

Bawer Rûken da zanîn ku her berhemeke wêjeyî anegorî şertên tê de, çi yên ku jiyana nivîskar a rojane dorpêç dikin û çi jî yên ku di hundirê nivîskar bi xwe de diqewimin, bi ruh û gewde dibe.

Li ser mijara romana xwe ya nû jî wiha got:

"Keleha Dûr ku qereqola herî dûr û seqa çetin a Komara Gel e, ji bo Adarê gênc ê esker piştî demekê dibe keleha şahidbûna li zilm, zordarî, şkence û kuştina xelkê wir. Di hêla din de jî dibe rêwîtiyeke dûrûdirêj a Adar ber bi kûrayiya erdnîgarîya bûnewerî û mirovbûna xwe."

Li ser kar û projeyên xwe yên wêjeyî yên nû jî ku ew niha li ser wan dixebite, Rûken wiha ji Rûdawê re got:

"Li ber destê min her timî hinek tişt hene. Bi taybetî van salên dawiyê ez heyîna xwe bêhtir di vegotina romanê de dibînim. Romana min a bê jî bi navê Jînenîgarîya Gunehkarekî Mezin e."

Nivîskarê kurd Bawer Rûken sala 1985an li gundê Hajîlera Hewagê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Sala 2010an Zanîngeha Mêrsînê qedandiye. Heman salê di Pêşbazîya Çîrokan a Huseyîn Çelebî de çîroka wî ya bi navê "Neftelîn" xelata yekem wergirt.

Bawer heta niha xwediyê van berhemên wêjeyî ye:

Dojeha Veşartî (çîrok)

Qalik (Roman)

Herimî (Roman)

Pirtûka Tenêtîyê (roman)

Di Tarîyê De (Roman)

Keleha Dûr (Roman)

Ji romana Keleha Dûr

"Li vir, li Kelehê her tişt di xew de ye. Di xewa bêdawîyê de ye. Zeman li vir di cangiranîyeke neyê fehmkirin de diherike. Gelo bi rastî zeman li vir diherike? Alayên li ser birc û sûran daleqandî, darên extîyar ên di meydanê de, makîneyên baregeha eskerî ên ku di vehêsandineke bêdawî de ne, toz û xubara ku car caran li ezmanê Kelehê kom dibe, tevahîya hewaya vir meriv ber bi hîsa dawîya dinyayê ve dajo."