Hewlêr (Rûdaw) – Bi beşdariya 6 hunermendên Kurd, Fars, Japon, Koreyî û Taywanî berhemeke hunerî derbarî şer û aştiyê de hat belavkirin.
Ev berhem bi navê "Aştî" ye û bi beşdariya her yek ji hunermendan Bîna Feat xelkê Rojhilata Kurdistanê ye û rûniştvanê Japonê ye, Funy li Japonê ye û bi eslê xwe ji Koreyê ye, Satî xelkê Rojhilatê Kurdistanê yeî, Lily Jay xelka Japonê ye, Lijou jî ji Taywanê ye û Esmin ji Îranê ye bûye.
Bêna ji Rûdawê re diyar kir ku fikra vê berhemê vedigere 5 sal berê.
Mansûr derhênerê klîba kiriye û Omêd Rahur karê mix û mastering ê stranê kiriye.
Di videoklîbê de çend dîmenên şer Cîhanê yê Duyem jî hatine bikaranîn.
Ev berhem li ser beşeke platformên têkildarî muzîkê hatiye belavkirin û niha li ber dest e.
Bîna û Funy beşdarî buletena hunerî ya Rûdawê bûn ku rojane ji aliyê Banû Dilşad ve tê pêşkêşkirin û behsa berhema xwe kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse