Li Ormiyê rê nehat dayîn semînarek li ser Simko were çêkirin

 

Ormiye (Rûdaw) – Dewleta îslamî ya Îranê nehîşt semînarek li ser yek ji pêşengên xebata rizgariya kurd û Kurdistanê, Îsmaîl Axayê Şikak (Simkoyê Şikak) were lidarxistin.

 

Enstîtoya Kulturî ya Kurmanc, ku navenda wê li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji Rêveberiya Kultur û Îrşada Îslamî ya bajêr xwestibû, destûra lidarxistina semînarekê bi navê “Simko, li dijî teslîmbûnê” bê dayîn.

 

Lê wê saziyê daxwaziya enstîtoyê red kir û bi hêceta ku ew semînar “li dijî yekbûna netewî ya Ormiyê ye” nehîşt semînar were lidarxistin.

 

Rêveberiya kulturî û îrşada îslamî ya Ormiyê, ku girêdayî Wezareta Kulturî û Îrşada Îslamî ya Îranê ye, îdia kiriye ku Simkoyê Şikak zilamekî “îsyanger” bûye.

 

Îsmaîl Axayê Şikak ku di nav kurdan de wek Simkoyê Şikak tê naskirin, kurê Mihemed Axayê Şikak bû. simko sala 1887 li gundê Çariyê yê bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û piştî mirina bavê xwe û kuştina birayê xwe Ceifer Axa, bû serokê eşîra Şikak.

 

Simko sala 1919an li dijî rêjîma şahî ya wê demê ya Îranê serî hilda û di demek kurt de karî serkeftinek mezin bidest bixe.

 

Lê rêjîma wê demê ya Îranê di bin navê hevdîtinê de ew xapand û li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bi komployekê Simkoyê Şikak hat kuştin.