Li Efrînê pêşangeheke bi navê "Êş û Hêvî" hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê 30 mamoste û xwendevanên şêwekariyê pêşangehek bi navê “Êş û Hêvî” vekirin, di pêşangehê de 45 tabloyên taybet bi qurbaniyên erdheja 6ê sibatê hatin nîşandan.

Li Navenda Harmonî ya li bajarê Efrînê pêşangeheke tabloyan ji bo 30 mamoste û xwendevanên şêwekariyê hat vekirin.

Di vê pêşangehê de 45 tabloyên taybet bi erdhejê û qurbaniyên wê hatine nîşandan.

Gulistan Bozo ku mamosteya şêwekariyê ye û di pêşangehê de beşdar e, dibêje, wê tabloyên xwe li ser karê hêzên berevaniya Sivîl yên Sûrî çêkirine.

Di pêşangehê de hejmareke zêde ya xelkê Efrînê, encûmena Sivîl a Efrînê beşdar bûn.

Navê pêşanghê Êş û Hêvî ye, Şêwekar Rojîn Osman dibêje, wan ev nav ji bo pêşangehê hilbijart da ku hêviyekî bi xwelkê Cindirêsê û Efrînê bidin.

Şêwekarên Efrînê bi vê pêşangehê xwestin êşa malbatên ziyandîtiyên erdhejê nîşanî cîhanî bidin.

Di erdheja 6ê sibatê de tenê li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê zêdetirî hezar û 120 kesan canê xwe ji dest dabûn, bi sedan avahî wêran bibûn, heta niha jî bi hezaran malbat di bin çadiran de dijîn.