Pêşengeha Enqerê bêyî weşanxaneyên Kurdî birêve diçe

Enqere (Rûdaw) - 17emîn Pêşengeha Pîtrtûkan a Navneteweyî ya Enqerê bêyî beşdariya çi weşanxaneyên Kurdî bi rêve diçe. Li gorî agahiyan sedema sereke ya beşdarnebûna weşanxaneyên Kurdî mijarên darayî ne. Ji ber ku kirêyên pêşengeha gellek zêde ne û weşanxane jî nikarin xercên xwe derxin.

17emîn Pêşengeha Pîtrtûkan a Navnetewî li Enqerê destpê kir û di pêşengeha îsal de ku nêzikî 300 weşanxane beşdar in .Pêşengeh ji aliyê Eylul Fuarcilik ve tê birêvebirin û rêveberên wê jî Kurd in û wan 5 weşanxaneyên Kurdan vexwendine pêşengehê, lê bi gotina rêveberên pêşengehê weşanxaneyên Kurdan ji ber meseleyên darayî nekarîne beşdar bibin.

Berpirsê Eylul Fuarcilik Remzî Çayir dibêje: “Weşanxaneyên me Kurdan dikevin zor û zehmetiyan. Nikarin xercên xwe derxin. Îsal nehatine Enqerê, lê li Rihayê beşdar bibin, em hevî dikin ku salên pêşiya me em weşanxaneyên Kurdan jî bibînin.”

Sala borî Weşanxaneya Nubihar beşdarî pêşengehê bibû, îsal Nûbihar jî beşdar nebûye, heman demê di pêşengeha îsal de çi pertûkên Kurdî jî nayêne firotin.

Xebatkarê Weşanxaneya Dogu- Bati jî dibêje: “Di aliyê aborî de pirsgirekên mezin ên weşanxaneyên Kurdan hene. Ji bo kirêya cih em 500-600 lîre didin tevî bacê dibe 700- 800 lîre. Ji ber wê weşanxaneyên Kurdî jî nikarin beşdar bibin.”

Rewşa aborîya Tirkiyê û xercên çapkirina pirtûkan û pêşengehan dibe sedem ku weşanxaneyên mezin jî êdî sal bi sal hejmara pertûkên nû çapkirî kêm bikin.

Xwediyê Weşanxanyê Semîh Şay jî got: “Xelk ji me dipirse ka em çima pirtûkên nû çap nakin, lê em nikarin pertûkên nû çap bikin ji ber ku xerc gellek zêde ne. Em pirtûkên werger çap dikin telîfan bi dolar e. Hesap bikin dolar çi qas bilind bûye. Dema pirtûk diçe çapxanê eger xercên wê 3 lîre be heta çap dibe xerc dibe 5 lîre.”

Yek ji armanca sereke ya pêşengeha îsal ew e ku 500 hezar kes seredana cihê pêşneghê bikin. Beşek hemwelatî tevî ku bihayê pirtûkan li gorî salên borî derdora ji sedî 60 zêde bûye dixwazin ji xwe re pirtûkan bikirin.

Xwendekar Hasan Dere jî got: “Pirtûk tiştekî wisa nîne ku em nirxê wê bi pere hisab bikin. Ez weke xwnedekar û pirtûkhezek hewl didim ku pirtûkan bikirim. Lê xwezî bihayê wan hindik erzantir ba.”

Xwediyê Weşanxaneya Sîtavê Kahir Bateyî jî ji Rudawê re ragihend ku ew ji ber xercên zêde nikarin beşdarî hemû pêşangeha bibin.