Stenbol (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Çiya Şenses ê ku duh di encama operasyona hêzên ewlekariya Tirkiyê de li mala xwe ya li Stenbolê hatibû desteserkirin îro hate berdan.
Di 18ê Adara 2022ê di saet 05:00ê sibehê de hêzên ewlekariya Tirkiyê bi ser mala hunermendê Kurd Çiya Şenses de girtin û ew desteserkirin.
Hunermend Çiya, li Rêveberiya Ewlekariya Cadeya Vatan a Stenbolê 2 rojan hat desteserkirin û piştî karûbarên îfadedayînê hate berdan.
Parêzerê Çiya Şenses Emrah Baranê rêveberê Şaxa Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, derbarê sedema destserkirina Çiya Şenses de da zanîn ku, ew beriya 10 salan ji ber guhdarkirina peywendiya telefonî hatiye desteserkirin. Di roja ewil de li ser dosyaya Çiya Şenses biryara 'veşarî' (nepenî) hatibû dayîn.
Xwişka Çiya Şenses hunermenda navdar a Kurd Rojda Şenses, îro ji Rûdawê re dabû zanîn, ku Çiya wê beşdarî çend bernameyên Newrozê bûbûya û wê stranên xwe bigota.
Piştî ku Çiya Şenses hat berdan li gel xwişka xwe videoyeke belav kirin û kopyayek jî ji bo Rûdawê rêkirin. Hunermend Çiya û Rojda, di videoyê de spasî li peyamên piştevaniyê dikin. Her wiha Çiya dide zanîn ew ê karê xwe yê hunerî berdewam bike û di dawîya peyama xwe de Newroza gelê Kurd pîroz dike.
Hunermendê Kurd Çiya ku duh hatibû destserkirin, hat berdan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 19, 2022
Hunermend Rojda û Çiya ku xwişk û bira ne, spasiya her kesî kirin ku piştgiriya wan kirine
📸#Rûdaw pic.twitter.com/fAn8YfQcwT
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse