Hunermend Aştî Ebdo berhemeke nû belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Muzîkjenê Kurd ê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê Aştî Ebdo klîpa "Dayê rojek tê" ya ku ji bo xatirê Dayikên Şemiyê hatiye amadekirin, bi etîketa Red Muzîkê belav kir.

Aştî Ebdo strana Nizamettîn Arîç "Dayê rojek tê" bi şêwaya xwe gotiye û wekî klîp weşand.

Kemançeloyê Îtalî Gabriele Montanarî jî di vê xebatê de cih digire.

Herwiha hin beşên ji belgefîlma derhêner Veysî Altay a bi navê 'Bîr' (Bînar) ku bo Dayikên Şemiyê hatibû amadekirin jî di vê xebatê hatiye bikaranîn.

Hunermendê Kurd Aştî Abdo yê ji Efrînê ku herî dawî piştî dueta xwe ya bi Teatro Massimo Opera re gelekî behsa wî hat kirin, bi gelek mûzikjenên cuda re hevkariyê dike.

Ew niha bi komên wekî Abdo Buda Marconi Trio, Flow û Fusa Fusai re jî xebatên xwe didomîne. 

Aştî Ebdo, ev demeke dirêj e li Îtalyayê bi muzîka Kurdî re eleqeder dibe  û li gelek bajarên wî welatî konser dane.

Ebdo herwiha ji xeynî Îtalyayê, li Spanya, Fransa û gelek welatên din jî konser dane.