Li Mêrdînê 1emîn Pêşangeha Pirtûkan dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mêrdînê Yekemîn Pêşangeha Pirtûkan hat destpêkirin.

PêşanQada Fuarê ya Artukluyê ya Mêrdînê

Yekemîn Pêşganveha Pirtûkan, îro li Qada Fuarê ya Artukluyê ya Mêrdînê vebû.

Pêşangeh bi hevkariya Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin tê lidarxistin.

“Xwendina pirtûkan gelekî girîng e”

Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun di merasima vekirinê de axivî.

Tuncay Akkoyun behsa girîngiya xwendinê kir û got:

"Em kêfxweş in ku qada fuarê ya 2 hezar metrokareyî bû malê Mêrdînê. Hêvîdar im ku ev qada fuarê û ev pêşangeha pirtûkan ji bo xwendinê bibe wesîleyeke baş.

Em her tim ji ciwanên xwe re dibêjin ku xwendina pirtûkan gelekî girîng e. Xwendina pirtûkan bîrê, hejmara peyvan û hêza xweîfadekirinê xurt dike.

Ew kalîteya jiyanê baştir dike. Ez spasiya hemû weşanxane û nivîskarên ku beşdarî pêşangehê bûne dikim."

125 weşanxane beşdar bûne

Piştî axaftinan fuar hat vekirin.

Qasî 125 weşanxane û ji 20an zêdetir nivîskar dê beşdarî pêşangehê bibin.

Di pêşangehê de nivîskar dê pirtûkên xwe îmze bikin, guftugo dê çêbibin, helbest dê bên xwendin û lîstikên muzîkal dê bên lîstin.

Pêşangeh dê heta 28ê Sibatê vekirî bimîne.