Gulîstan Perwer: Min ekolek ava kir

Beşa Dehem


Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a Kurd Gulîstan Perwer, hemû êvarên roja Şemiyê li Radyoya Rûdawê dibe mêvana pêşkeşvana navdar Hêvîdar Zana.

 

Herdu jinên ji Bakurê Kurdistanê, di vê bernameyê de gotûbêjeke balkêş dikin. Gulîstan Perwer bêyî sansûr ezmûna jiyana xwe ya taybet, a hunerî û siyasî vedibêje.

 

Gulîstan Perwer yek ji wan hunermendan e, ku salên dirêj ked û renceke giranbuha di jiyana hunerî de daye. Ji ber girîngiya hevpeyvînê, heftenameya Rûdawê jî her hefte, bi awayekî peryodîk, bi şêweyekî nivîskî wê belav bike.

 

Di xeleka nehemîn de Gulîstan Perwer gotibû ew weke malbat li Swêdê bicîh bûne û wê xwe ji karê siyasî dûr xistiye. Lê di vê navberê de peywendiyên wan ên li gel kesayetên Kurd ên weke Cegerxwîn û nivîskar Mahmûd Baksî berdewam kiriye.

 

Perwer di vê xelekê de behsa serdema jiyana xwe ya Swêdê dike, ku ew wî welatî weke “gerstêrk” bi nav dike. Herwiha dide xuyakirin ka çawa careke din vegeriyaye nava kar û xebatên medyaya kurdî.

 

Di beşa din de te gotibû, ku li Swêdê tu fêrê ziman dibûyî û Serxwebûn jî êdî 3 salî bû diçû baxçeya zarokan. Herwiha te gotibû, ku li wir jiyana we ya civakî pir teng bû. Jiyana malbata we bi nêrîna te çawa bû.

 

Min wisa didît, ku ew rewşa em tê de normal e. Ji ber ku zewaca me ne zewaceke klasîk bû û herwiha min xwe mîna kesekê şoreşger û kurdperwer didît. Ez ji bo wê hatibûme Ewropayê û li wir jî divêya ez xizmeta xwe ya ji bo welat berdewam bikim.

 

Te ev yek weke berdêlek didît?

 

Belê. Min biryar dabû, ku ez jiyana xwe bikim goriyê vê armancê. Ne tenê jiyana xwe, ya kur û malbata xwe jî bikim xizmeta vî dozê. Baweriya min ev bû. Ji xwe eger ev bawerî û îrade li cem min nebaya, min nedikarî tenê rojekê jî wê jiyanê qebûl bikim. Ger wiha nebe, ji welatê xwe dûr û li welatekî mîna Swêdê yê Îskandînav de, çawa bikarim bijîm. Welateke wisa bû, ku pir sar bû, 6 meh roj û 6 meh şev bûn, hemû dabûnerît û fêrbûnên civakî ji yê me pir cuda bû. Swêd ji bo min gerstêrkeke din bû.

 

Serxwebûn zarokek çawa bû?

 

Serxwebûn diçû baxçeya zarokan. Lê zarokek pir hîperaktîv bû. Ew mîna hevalê min bû. Kesayeta wî bi seng û giran bû. Hinek jî ji ber dema derbasbûyî wîjdanê min li hember wî ne rehet bû û min digot ku me ews piştguh xistiye, lewma min gelek giringî didayê. Serxwebûn jî rewşa me fam dikir.

 

Me behsa kesayetên navdar kir, ku peywendiyên we li gel wan hebûn. Yek ji wan jî Yilmaz Guney bû, ku ji Tirkiyê revî bû û hatibû Fransayê. Di Festîvala Cannesê de xelat jî wergirt. We Yilmaz Guney dît?

 

Dema em li Swêdê bûn, li Parîsê enstitûya Kurd hate damezrandin. Serokê wê demê yê Fransayê François Mitterrand piştgirî û derfeteke wiha dida enstitûyê. Peywendiyên wî yên li gel serokê enstitûyê Kendal Nezan pir baş bûn. Herwiha Fransayê derfet dida xwendekaran û hemû mesrefên wan digirtine stûyê xwe. Ez û Şivan jî weke hunermend vexwendine enstîtûyê û em jî çûn. Serxwebûn jî me bi xwe re bir. Zarokek ciwan bû, zerik bû û bala hemû kesan dikişand.

 

Ji xwe pir dişibe te Serxwebûn...

 

Belê, dayika min jî digot dema zarokatiyê ez jî zerik bûme. Xulase li Parîsê me gelek kesayetên Kurd dîtin, ji Başûr, Rojhilat, Rojava û Bakur hatibûn. Birastî jî ew der bibû navenda hemû Kurdan. Kurdên rewşenbîr, hunermend, karsaz û kesên xwe di nava civaka Ewropayê de cîh girtine li wir civiyabûn. Herwiha li Amerîkayê jî kesayet hatibûn. Şeva vekirina enstitûyê de me Yilmaz Guney dît. Birastî jî ew di zarokatiyê de ji me re weke îdol bû. Guney wê şevê derket û gotarek pêşkeş kir. Axaftina wî tomarkirî ye. Got, “Gelê Kurd dê bibe dewlet. Her çar parçeyên Kurdistanê dê bibe yek. Ji bo Kurdistaneke yekgirtî, demokratîk û serbixwe emê tekoşîna xwe bidin.” Lê mixabin wî ev roj nedîtin. Xwezî wî jî ev roj bidîtana.

 

Hevjîna wî jî li gel bû?

 

Belê Fatoş Guney. Birastî jî Fatoş li ber çavê min jineke qehreman û çeleng bû. Ji ber ku di van şertan de jiyan pir zehmet e. Tu jinek bî, ku te li hember dewletekî serê xwe bilind kiribe, êdî dibî dijmindar. Fatoş keça dewlemendekî ye lê wê jiyana li gel Yilmaz Guney a li ber zindanan hilbijartiye, ev hêjayê qedr û rûmetê ye. Diyar e, ku evîneke pir mezin û pak û bi hêz di navbera wan de hebûye.

 

Şeva vekirina enstîtûyê çawa derbas bû?

 

Belê, ez û Şivan em derketin me stran gotin. Cegerxwîn, Yilmaz Guney û kesayetên din axivîn. Şeveke dîrokî bû ji bo me hemûyan.

 

Ji xwe paşî hûn vegeriyane Swêdê û jiyana we her wiha berdewam kir. Di dawiya salên 1980 û destpêka salên 1990î konsertên we dihatine astengkirin, bi taybetî jî aliyê alîgirên PKKê ve. Te gotibû, ku ji ber nakokiyên li nava rêxistina Ewropayê hûn ji wan cuda bibûn.

 

Belê.

 

Vê rewşê herwiha berdewam kir? Paşî peywendiyên we bi xebatên PKKê re çawa çêbûn?

 

Dema di sala 1995ê de Med Tv li Brûksela paytexta Belçîkayê dest bi weşanê kir, berpirsên xebatê hatine cem me û gotin, “Werin em rûpeleke nû vekin. Em nabêjin xizmeta me bikin lê werin xizmeta gelê xwe bikin. Ev televîzyona we hemûyan e.” Birastî jî vebûna televîzyonê ji bo Kurdan weke şoreş bû. Cara yekemîn bû ku me televîzyona kurdî didît. Li cem me herweke avabûna Kurdistana serbixwe bû. Li Ewropayê bi zimanekî qedexekirî televîzyonek dihate vekirin. Li hemû parçeyên Kurdistanê şer hebû, ziman û çanda kurdî qedexe bû. Televîzyoneke wiha ji bo me pir bi nirx bû. Me digot em amade ne bi dil û can ji bo vê yekê kar bikin. Hemû hunermdnên Kurd wê demê hatine Med Tv ji ber ku ji bo Kurdistanê tiştekî dîrokî bû.

 

Paşî te di Medya Tv de bername jî pêşkeş kirin...

 

Belê. Di sala 1997ê de min bername çêkir.

 

Televîzyon bi destpêşxeriya PKKê hatibû vekirin. Lê demeke dirêj peywendiyên Gulîstan û Şivan Perwer li gel vê rêxistinê sar bûn. Ji bo careke din hûn di televîzyonê de hunera xwe pêşkeş bikin, kî peywendî li gel we danî û gazî we kir?

 

Wê demê rêveberê televîzyonê Sînan hebû. Tu jî li wê derê bûyî...

 

Belê ez jî li wir bûm.

 

Sînan hatibû Swêdê û telefona me peyda kiribû. Li me geriya û got ez dixwazim werim mala we û em bi hevre biaxivin. Hate Upsalayê mala me û got ku ew dixwazin em jî werin televîzyonê û kar bikin. Herwiha got; “Televîzyon a hemû gelê Kurd e. Weke kesayetên diyar cihê we jî li wir heye û em dixwazin hûn jî tevlî xebata me bibin.” Birastî gelek keyfa me jî hat.

 

Ti şert û mercên we hebûn?

 

Na me ti şert û merc nedanîn. Me jî dixwest em konsertên xwe di wê televîzyonê de pêşkeş bikin. Piştî ku me çend konsert çêkirin êdî ji me xwestin em bernameyan çêbikin. Min got bila lê ti tecrûbeyeke me nebû. Ez heftêyekê li televîzyonê mam lê me ti perwerde nedît.

 

Lê paşî hema ji nişkê ve gotin bername heye û em derketine pêşberî kamerayan û me bernameya xwe pêşkeş kir. Yanê me bê ezmûn dest pê kir. Tê bîra min, di bernameya yekemîn de 2 demjimêr û nîvan berdewam kir, min seetek danîbû pêşiya xwe da ku bizanim ka çi qas dem derbas bûye.

 

Yekemîn bernameya xwe de birastî jî min nedizanî ka ezê çawa tevbigerim, çawa bisekinim û çi bipirsim. Paşî min got hema di mala xwe de çawa bim ezê wesa nêzîk bibim. Di nava bernameyê de stran û gotûbêj hebû. Herwiha bi telefonan mêhvan beşdar dibûn. Ji xwe temaşevanan pir ji telefonan hez kir. Lewma ji her aliyê telefona me dikirin.  

 

Cara yekemîn bû, ku xelk bi riya telefonê jî be li gel Gulîstan Perwer peywendî datînan. Wate ji bo wan bûyereke mezin bû...

 

Birastî jî bo min jî tiştekî pir xweş bû. Piştî ew qas salên dirêj ku ji Kurdistanê dûr ketibûm, min bi gel re diaxivî. Ji Kurdistanê telefon dikirin. Tê bîra min di bernameyên yekemîn de mêhvanan bi tirkî jî diaxivîn. Min digot ez bi tirkî nizanim. Vêca bi soranî û zazakî diaxivîn hinekan. Carna tirkî û kurmancî tevlîhev dikirin. Lê min bername weke bernameyeke kurmancî da rûnitandin. Mêhvanê min ê soran û zaza jî dihatin. Zazakî hinek zehmet bû lê bername 10 salan ajot û dikarim bêjim, ku min bername da runiştandin.

 

Bernameya te cîh girt û hate hezkirin?

 

Gelek hate hezkirin. Bila nebe pozbilindî lê paşî min dît, ku jinên ku dixwestin bernameyan çêbikin hezdkirin weke min bikin.

 

Wate te ekolek ava kir?

 

Dikarim bêjim min ekolek ava kir. Bila ew kesên dibêjin pir ji xwe bawer diaxive ji min biborin lê dikarim bêjim ku me di televîzyonê de ekolek çêkir.

 

 

Mêhvanan di weşanên zîndî de carna pirsên ecêb dikirin. Te çawa dikarî serederiyê li gel wan pirsan bikî?

 

Bawer bike carna pirsên pir nexweş jî dikirin. Carna derbarê jiyana min a taybet de pirs dikirin. Lê min piranî bersiv nedida yan jî min digot, ku rojek were ezê bersiva vê pirsê bidim.

 

Ti girêbestek di navbera te û televîzyonê de hebû?

 

Sala yekemîn me kontrat çênekir. Ji xwe ew sal weke test bû û min nedizanî ka ezê bikarim vê bernameyê çêbikin yan ne. Lê sala duyemîn me girêbest çêkir û ez êdî bi fermî bûme karmendê Medya Tv.

 

Heqdest didan we?

 

Belê heqdest jî û pêwîstiyên me yên madî jî pêşwazî dikirin. Di vî warî de ti kêmasî nebû û nekirin.

 

Bernameya te 15 rojan carekê bû...

 

Belê, ji min re bilêta firokeyê dikirîn û ez ji Stokholmê dihatime Brûkselê, 2-3 rojan dimam û min bernameya xwe çêdikir û paşî diçûme mal.

 

Ji ber hatin û çûna di navbera Stokholm û Brûkselê de di jiyana te ya taybetî de ti pirsgirêk çênebûn? Serxwebûn jî êdî mezin bibû.

 

Serxwebûn di wan salan de 16-17 salî bû. Bê guman li ser Serxwebûn ez hinek tengav dibûm. Ji ber ku ew tenê dima. Birayê min ê din Elî jî hatibû Swêdê. Dema ez diçûme bernameyê ew dihate mala me. Min ji bo wan bernameya jiyanê jî amade dikir. Ji xwe eger ne ji malbata min, an ku ne ji mala birayên min ba min nedikarî Serxwebûn bihêlim û karekî wiha bikim.

 

Ew yekemîn car bû, ku te bi girêbest kar dikir?

 

Belê ew yekemîn car bû, ku ji bo karê xwe min girêbest çêkiribû lê ji bo min şanazî û serbilindî bû, ku min li gel kurdan kar dikir. Min li Swêdê dibistana amadeyî an ku lîse qedandibû û swêdiyan dixwestin ez li cem wan karekî bikim. Lê min digot an ezê herim zanîngehê yan jî ezê herim dibistana pîşeyî. Ji xwe ez neçar bûm ku karekî bikim. Lê paşî Medya Tv vebû. Birastî min bi xwe jî ev kar dixwest, him li gorî pîşeya min û behreya min bû, him min li gel kurdan û di nava gelê xwe de kar dikir.

 

Tu guhertinek di kesayeta te de çêkir vê xebatê?

 

Bê guman êdî baweriya mirov bi xwe zêdetir dibe. Tu dizanî, ku êdî weke jinekê dikarî li ser piyê xwe rawestî, dikarî jiyana xwe bi xwe birêve bibî. Ji bo jinekê pir giring e, ku bi azadî biryarên xwe bide û di warê aborî de hewceyê ti kesan nebe.

 

Te got bernameya te 10 salan berdewam kir. Ji sala 1997 heya 2007an. Di dawiya sala 1998ê de di navbera Tirkiye û Sûriyê de li ser Abdullah Ocalan krîz derket û xwestin wî ji Sûriyê derbixin. Paşî Ocalan ji Sûriyê derket, li gelek cihan geriya û hate Romayê. Me di televîzyonê de dît, ku tu, mamoste Şivan û Mahmûd Baksî jî hûn çûne Romayê cem wî. Ji bo wê rûniştinê daxwazî ji kî hat?

 

Ez bawer dikim, ku Mahmûd Baksî birêxist. Têkîliyên Mahmûd Baksî yên li gel Ocalan pir kevn bûn. Dema Ocalan li Şamê bû, xwîşka Mahmûd Baksî, Nacla Baksî, zavayê wan û bi tevê 7 kesan ji ber doza Kawayê li Qamişlo şehîd bûn. Rêxistina Kawa li Bakurê Kurdistanê rêxistineke bihêz bû û Maoîst bûn.

 

Belê di 12ê Kanûna 1980ê de çêbibû ew bûyer. Leşkerên Tirkiyê sînor derbas kiribûn û li aliyê Rojava ew hatibûne şehîd kirin.

 

Necla Baksî li gel serkirdeyekî Kawa re zewicîbû û bixwe jî Kawacî bû û mamoste bû. Min xwîşk û birayên din ên Mehmûd nas dikir û dîtibû lê min Necla nedîtibû. Piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê ya li Tirkiyê, gelek komên şoreşger ên Kurd hatibûne Rojava, Sûriyê, Lûbnan û Ewropayê. Gelek ji wan jî hatine girtin, ketine zîndanan, îşkence dîtin û hatine kuştin.

 

Koma Neclayê wan jî derdikevin derveyî sînorên desthilata Tirkiyê. Li gundekî nêzîkî sînor bicîh dibin. Şeva 12ê Kanûna 1980ê, leşkerên Tirk derbasî aliyê din ê sînor dibin û bi tevê malbatê malê bi ser wan de hildiweşînin. Necla Baksî li gel hevjîna xwe û hevalên xwe şehîd bûn. Herwiha zar û zêcên wê malbatê jî şehîd bûn.

 

Mehmûd Baksî di sala 1981 û 82yan de ji bo vê bûyerê bike pirtûk û dokûmenter diçe Şamê. Wê demê li wir Abdullah Ocalan û hevjîna wî Kesîre Yildirim nas dike. Ocalan ji Mehmûd re dibêje, ku Kesîreyê bi xwe re bibe Swêdê. Baksî wê dibe balyozxaneya Swêdê û jê re belgeyên fermî amade dike û bi xwe re dibe Swêdê.

 

Kesîre wê demê hevjîna Ocalan bû..

 

Belê. Kesîre Ocalan bû. Paşî li ser mesela kuştina xwîşka Baksî, Lamîa Baksî di navbera herdu aliyan sar bû û ji hev dûr ketin. Li dijî hev gelek tişt nivîsandin. Lê beriya Ocalan were Romayê li hev hatin. Heta Mehmûd Baksî koça dawî jî kir têkîliyên wî li gel Ocalan pir baş bûn.

 

Wî ev hevdîtin birêxsit. Dikarî ji me re behsa wê gotûbêjê bikî. We çi kir?

 

Destpêkê em çûn me konsertek saz kir. Gelek Kurd hatibûn û di wê sermayê de li Romayê, ji bo Ocalan radestê Tirkiyê nekin, dest bi çalakiya birçîbûnê kiribûn. Meha Kanûnê bû û hewa pir sar bû. Min sermayeke wisa li Swêdê jî nedîtibû. Çalakvan bi tana betaniyan li erdê rûdiniştin û radizan. Roma dema sar dibe, sermaya wê mîna kêrê ye mirov dibre. Di roja heftemîn a çalakiyê de em çûne wê derê. Tî û birçî li ber wê sermayê li wê qadê çalakî dikirin, rewşa wan perîşan bû. Hêviya Kurdan ew bû, ku mafê penaberiyê bidin Ocalan û li Romayê bimîne. Kurdên tevahiya cîhanê ev yek dixwestin. Lê ji xwe hûn dizanin paşî çi biryar dan.

 

Me li wir ji bo çalakvanan konsertek saz kir ;û hevxemiya xwe anî ziman. Birastî jî dema min ew çalakvan di wê rewşa zor û zehmet de dît ez pir êşiyam. Ji xwe piraniya wan piştî wê çalakiyê nexeş ketin.

 

Piştî konserê gotin hûnê piştî serê salê Ocalan bibînin. Ocalan li gundekî di nava malekî taybetî de bû. Mal di nava daristanê de bû û li dora wê tejî polîs bûn. Di bin avahiyê jî de gelek cîhaz hatibûne bicîhkirin. Diyar bû, ku cihekî îstîxbaratê bû. Weke bêjî îstîxbarata hemû cîhanê li wir be. Ewlekariya wê malê pir baş dihate parastin.

  

Dema em çûne jûr ve ji serî heta binî polîsên jin li cil û serûberên min geriyan. Canteyên min ji min stendin û nehiştin ez bibim jûr ve. Li pêşiya odeya ku Ocalan lê dima jî polîs bi çek rawestiyabûn.

 

Emê di xeleka din de behsa hevdîtina we ya li gel Ocalan bikin..