Li Girgê Legê şevberka helbestan hat lidarxistin
Dêrik (Rûdaw) - Komîteya amadekar a festîvala helbesta kurdî li bajarokê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê şevberka helbestê hat lidarxistin.
Di şevberka bajarokê Girkê Legê de yê ser bi bajarê Dêrîkê ve çend helbestvan ji bajar û bajarokên cuda yên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn û helbestên xwe xwendin.
Di helbestan de, êş û azarên koçberiyê, zilm û zordariya li ser gelê kurd û herwiha xewna serxwebûn û damezrandina dewleta kurd hatin vegotin.
Herwiha komîteya amakedar a şevberka helbestan diyar kir, ev şevberek dê li tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bên lidarxistin û herwiha dê semînarên rexneyî û pêşangehên hunerî jî weke amadekarî ji bo festîvala salane ya helbesta kurdî bên amadekirin.