Pirtûka bîranînan a Keya Îzol ji Avestayê derket

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûka bîranînan nivîskar Keya Îzol a bi navê “Ji Siwêrekê heta Stockholmê, Bîranînên misyonerekî Kurd Keya Îzol” derket.

Pirtûka “Ji Siwêrekê heta Stockholmê, Bîranînên misyonerekî Kurd Keya Îzol” ji Weşanên Avestayê derket.

Nivîskar Keya Îzol li ser pirtûka dibêje:

“Xeta sereke ya bîranînên min di rastiyê de du qonaxên giring ên jiyana min vedihewîne. Ya yekem salên zarokatiyê heya lîseyê, ya duyem jî piştî sala 1974an vir ve ye. Serdema duyemîn bi giranî behsa salên min ên xebata siyasî/demokratîk dike.

Min xwest naveroka bûyerên giring ên her du serdeman bên zanîn û tecrûbeyên ku di encama van bûyeran de hatine bidestxistin bi xwendevanan xwe re parve bikim.

Bi taybetî jî xebatên Kurdên dîasporayê pir giring in. Nemaze nifşên nû divê zanibe ev pêvajo çawa dest pê kir, ji kîjan merheleyan derbas bû, pêşketin û astengên wê demê çi bûn?”

Pirtûk ji 384 rûpel in û di nav de wêne jî cih digirin.

Keya Îzol kî ye?

Keya Îzol sala 1953yan li Siwêrekê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seratayî li Siwêrekê, ya navîn û lîseyê jî li Koleja Maarîf a Amedê xwendiye. 1974an ji bo xwendina bilind çûye Swêdê, li Zanîngeha Stockholmê dest bi xwendina zanistên siyasî dike.

Plana wî ew bû ku piştî xwendina xwe vegere welêt lê darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî planên wî diguherîne. Piştî wê tarîxê ew bi awayekî çalak dest bi têkoşîna li dijî rejîma leşkerî ya li Tirkiyeyê dike. Ji ber erkên xwe yên siyasî, zêdetirî 14 salan nekarî serdana welatê xwe bike.

1986an dest bi xwendina xwe ya duyem a akademîk li Zanîngehê Bilind a Mamosteyan beşa Kurdî dike. Piştî xwendina du salan dîploma xwe ya mamostetiya Kurdî werdigire. Di navbera 1986-2023yan de wek mamosteyê Kurdî dixebite.

Keya Îzol yek ji damezrênerên Federasyona Kurd li Swêdê ye. Di navbera salên 1981 û 2020an de, di serdemên cuda de 16 salan serokatiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê kiriye.

Di nav wan salan de wek serokê federasyonê di gelek bûyerên dîrokî yên wek kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme, Komkujiya Helebçeyê, kuştina du keçên Kurd Pela û Fadîme ya ji ber sedemên namûsê, kuştina Wezîra Karên Derve ya Swêdê Anna Lindh û gelek bûyerên din de roleke aktîf dilîze.

Îzol di heman demê de yek ji damezrênerê Konfederasyona Kurdên Dîaspora - DIAKURD e.

Bîranînên Keya Îzol ne tenê qeyda 50-60 salên dawî ye, bala me dide bûyerên girîng û gelek xalên ku nayên zanîn, ronî dike.