Hewlêr (Rûdaw) – Mala Dengbêjan a li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çanda dengbêjiyê zindî dihêle.
Mala Dengbêjan a li Amedê di çaremîn roja festîvala "Rêya Çandê ya Surê" de pêşwaziya geştyaran kir û ji wan re behsa dîroka edebiyata devkî ya Kurdan û dengbêjiyê kirin.
Dengbêjên Mala Dengbêjan a Amedê ji seredana mêvanan razî ne û dilê wan xweş e ku stranên xwe pêşkêşî xelkê bikin.
“Ji çanda dengbêjiyê hez dikin”
Dengbêj Seyîtxan Koç got, “Bi helkefta Festîvala Rêya Çandê, karê me zêde ye, mêvan tên serdana me û li me guhdar dikin. Ji vê kulturê û dengbêjiyê hez dikin.”
Gelek geştyar dema li wan dengên tejî hest û bi êş guhdar dikin, diçin nav bîranînên xwe yên zaroktiyê û şevbihêrkên şevên dirêj ên li gundekî Kurdistanê tên bîra wan.
“Dengbêjî wekî hesretekê ye”
Welatî Yaşar Artan jî diyar kir ku ew gelekî ji dengbêjan hez dike û wiha pê de çû:
“Dengbêjî gelekî xweş e, ev kultura me ye û dengbêj jî bo wê kar dikin. Min ji berê de jî gelekî li dengbêjan guhdar dikir, niha jî wekî hesretekê ye di hundirê min de. Ez niha jî guhdar dikim û gelekî jê hez dikim.”
Çanda dengbêjiyê zindî dihêlin
Li Mala Dengbêjan a Amedê bi dehan dengbêjên jin û mêr hene.
Ew stran û destanên Kurdan kom dikin û bi dengên xwe yên xweş dighînin her kesî û bi vî awayî çanda dengbêjiyê zindî dihêlin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse