Fîlma Zagros li Belçîkayê 2 xelat wergirt

18-09-2018
RÛDAW
Nîşan Fîlma Zagros Sehîm Omer Xelîf Kurdistan Belçîka Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma derhênerê Kurd Sehîm Umer Xelîfe ya bi navê "Zagros" li Belçîkayê di Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Ostendê de du xelatên girîng stand.

 

Fîlma “Zagros”, ku yekemîn fîlma dirêj a derhênerê Kurd Sehîm Omer Xelîfe ye û di Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Ostendê ya Beljîkayê de herdu xelatên “Fîlma Herî Baş” û “ Senorya Herî Baş” wergirt.

 

Zagros berhemekî hevbeş ê Belcîka û Holandayê ye. Prodûserê sereke yê fîlmê Dries Phlypo û Sehîm Omer Xelîfe ne. Herwihga Jean-Claude van Rijckeghem û Sehîm Omer Xelîfe senaryoya wê amade kirine.


Dîmenên fîlmê piranî li Bakûrê Kurdistanê û herwiha li Yûnanîstan û Belçîkayê hatine girtin. Di fîlmê de aktor kesên xwedan ezmûn in.  

 

Di fîlma Zagros de Yusuf Çetin,  Feyyaz Duman,  Suat Usta,  Maaike Neuville,  Halima Ilter û hunermendê navdar ê kurd Hozan Brader rol digrin


Berî niha fîlma Zagoros di beşa "Limelight" a festîvala Rotterdamê de hatibû nîşandan. Ev festîval ji bo nimayîşkirina wan fîlman e ku beşdarî festîvalên giring bûne û xelat bi dest xistine.


Fîlma Zagros herwiha ji aliyê malpera "Cutting Edge" ya Belcîkayê ve, li gel fîlmên din ên wî welatî hatibû destnîşankirin ji bo ku xwendevan û hezkiriyên sînemayê deng bidin û weke fîlma herî baş a sala 2017an were hilbijartin.


Li Belçîkayê Mijdara 2017ê di 44emîn Festîvala Fîlman a Gentê xelata “Grand Prix” wergirtibû.


"Zagros" ku yekem fîlma dirêj a derhênerê Kurd Sehîm Umer Xelîfe ye, li gel heşt fîlmên din li beşa pêşbaziya 35emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Annonay a li welatê Fransayê bajarê Annonayê, ji bo bidestxistina xelata festîvalê beşdarî pêşbaziyê bû. Zagrosê xelata herî mezin a pêşbaziyê wergirt.


Film behsa çîroka şivanekî kurd dike

 

Fîlm çîroka şivanekî kurdê ji Bakûrê Kurdistanê yê bi navê Zagros vedigêre, ku pir hez ji hevjîna xwe Havîn dike. Ji bo Zagros Kurdistan beheşt e lê hevjîna wî Havîn û keça wî Reyhan diçin Belçîkayê. Paşî Zagros jî biryar dide li pey wan de here derveyî welat.

 

Li Belçîkayê derbarê hevjîna xwe de gelek tiştan dibihîse û êdî weke berî jê bawer nake. Lewma dixwaze careke din vegere welêt.


Serkeftinên Xelîfe

 

Derhênerê kurd Sehîm Omer Xelîfe, bi 3 kurtefîlmên bi navê “Messiyê Bexdayê”, “Welatê Palewanan” û “Nêçîrvanê Xirab” 98 xelatên sînemayî bidest xist.

 

Du salan ser hev, kurtefîlmên bi navê “Messiyê Bexdayê” û “Nêçîrvanê Xirab” di nava 10 kurtefîlmên cîhanê de, namzetê Xelata Oskarê ya kurtefîlman bû. Niha jî endamê lîjneya nirxandina fîlman a Oscarê ye.

 

Derhênerê kurd Sehîm Omer Xelîfe, li ser asta Başûrê Kurdistan, Iraq û Belçîkayê derhênerê herî zêde xelat wergirtî ye.

  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst