BELÇÎKA – Festîvala Çanda Kurdî hate astengkirin

Brûksel (Rûdaw) – Li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurdî ji aliyê Şaredariya Brûkselê ve hate qedexekirin û kurdên vî welatî jî li dijî berpirsên şaredariyê giliyê tomar dikin.

 

Desthiladarên Belçîkayê îsal rê nedan ku Festîvala Çanda Kurd bê sazkirinku biryar bû roja 22ê Îlonê li Brûkselê bihata sazkirin.

 

Li hember vê biryara Belçîkayê çalakvanên kurd jî li dijî Serokê Şaredariya Brûkselê gilî tomarkirin. Herwiha çalakvanên kurd dibêjin, berpirsên Belçîkayê jiber guvaşa Tirkiyê, sazkirina festîvalê asteng kirine.

 

Komîteya Amadekar a Festîvalê liser tora civakî ya Facebookê ragihand, “Ji bo sazkirina festîvalê hemû merc hatine pêkanîn û amadekarî hatine kirin. Herwiha destûr ji hikûmeta lokalî ya Belçîkayê û berpirsên polîsan hatiye wergirtin. Lê roja 16ê Îlonê nameyek gihiştiye destê Komîteya Amadekar û tê de hatiye gotin ku jib o sazkirina vê çalakiyê destûr nayê dayîn.”  

 

Berpirsên Festîvalê dibêjin, Serokê Şaredariya Brûkselê bêyî ku ti sedemekî destnîşan bike, daxwaz ji wan kiriye ku îsal festîvala xwe saz nekin.

 

Di salên 2014 û 2015ê de li Belçîkayê Festîvala Çanda Kurdî hatibû sazkirin. Di festîvalê de stran, govenda kurdî û çalakiyên din ên hunerî û edebî hatibûne nîşandan.