Rodem Bingol: Kurdî qedexe dikirin û Tirkî li ber me şîrîn dikirin

18-07-2021
Hêja Bagdu
Rodem Bingol yek ji dengên bihêz ê muzîka Kurdî ye
Rodem Bingol yek ji dengên bihêz ê muzîka Kurdî ye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Hunermed Rodem dibêje di dibistanê de dixwestin ku ziman û çanda Tirkî le ber çavê wan şîrîn bikin, lê zimanê Kurdî qedexe kiribûn.

Rodem Bingol yek ji dengên qewî yê muzîka Kurdî ye.  Xwedî dengekî gur û biriqî ye Rodem û dema hun li wî guhdarî dikin bêhna we derdikeve. Ew him muzîka gelêrî ya Kurdî pêk tîne û him jî bi xwe gotinê stranan dinivîsîne û muzîka wan çêdike. Her wiha di karên xwe de cih dide berhemên dengbêjiyê ku di çanda kurdî de xwedî dîrokeke bi hezaran sal e. Lê belê ev kar û berhemên wî hema bi carekê derneketine holê. Helbet wî ked û têkoşîneke giran daye ji bo karibe xwe bigihîne asta xwe ya niha. Bi taybetî di salên 90î de fişareke mezin hebû li ser çand û zimanê kurdan û ew jî para xwe ji wê fişarê stendiye lê ti carî dev ji muzîk û zimanê xwe bernedaye û bi azwerî xwe daye karê xwe û ew berdewam kiriye. Rodem bi eslê xwe ji Mûşê ye û li Stenbolê dijî.

Rodem Bingol wiha behsa xwe û kengê û çawa dest bi muzîkê kiriye dike: “Bavê min ji Cizîrê ye û diya min jî ji Mûşê ye. Ez li Mûşê ji dayik bûm. Belkî ev yek bibe klîşe lê ji zarokatiya xwe û heta îro ez stran dibêjim û disitirêm. Lê mixabin berê ez ne bi Kurdî disitiriyam. Lê mixabin di zarokatiya xwe de Kurdî ne zimanê min û stranan bû. Ji ber ku him di dibistanê de dixwestin ku  ziman û çanda Tirkî le ber çavê me gelekî buha û bi qedr û rûmet bidin xuya kirin. Li ber çavê me şîrîn dikirin û her wiha zimanê me jî qedexe kiribûn. Armanc jî ew bû ku em meyla xwe bidin ser ziman û çanda tirkî. Ji xwe wê demê muzîka kurdî jî xedexe bû. Bandên bi kurdî weke mînak hatibûn qedexe kirin, heke sah bikirana berhev dikirin.”

Rodem wisa bawer dike ku muzîka Kurdî gelekî dewlemend e lê belê ji ber sedemên polîtîk ew di bin fişareke giran de maye. Dibêje di salên 80 û 90î de gelek navên berbiçav muzîka Kurdî talan kirine û stranên gelêrî ji Kurdî boTtirkî wergerandine û wêran kirine ku ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Rodem têkoşîna xwe di vê eniyê de jî berdewam dike û dibêje wî ji zimanê xwe dest bi têkoşînê kiriye ku pergal her tim xwestiye bi gelê wî zimanê wî bide ji bîr kirin. Lê wî li berxwe daye û terka zimanê xwe nekiriye. Li Navenda Çanda Mezopotamya xwe tevlî vê doza çandî kiriye ku ji bo wî wateyeke wê ya girîng heye.

Ji bandora xeter ya pandemiyê wek gelek muzîkjenan wî jî para xwe wergirtiye. Ji bo bikaribe ji aliyê aboriyê ve ji piya bimîne ew jî car caran muzîkjeniya keştiyan dike û bi stranên kurdî û tirkî konsertên piçûk dide Stenboliyan.

Rodem Bingol herwiha got: “Piştî demekê ez hatim Stenbolê ji bo xwendinê û her wiha xebatê. Li Stenbolê ji xwe ziman jî têk çû. Ciyê ku ez hatim li nav wan mam û bûm mêvan dîsa merivên min bûn lê belê zêdeyî 20 salî li Stenbolê bûn. Çand û axaftin û adetên Kurdî ji bîr kiribûn. Cara yekem min bi komên Navenda Çanda Mezopotamya re kar kir ku xebatên bi kurdî dikirin û bi saya wan ez li kurdî vegeriyam. Hevalekî min hebû diçû û dihat, wî ez dibirim hin şahiyan, min wê demê ji xwe li Şivan Perwer guhdarî dikir. Ji xwe wê demê Şivan Perwer gelekî binavûdeng bû, ew populer bû li her derê. Ji ber ku li ser wî qedexe jî hebû bandên wî di bin destan de gelekî diçûn û dihatin. Ango Navenda Çanda Mezopotamya serdemeke nû di çand û hunera Kurdî de destpêkir. Piştî ku hevalê min ez birim çend şahiyan û min li wan guhdarî kir ew tesîreke mezin li min kir. Eşqek di nava dilê min de çêbû. Pê re min dest bi kurdî kir.”

Dema stranên xwe dibêje mina ku ji hiş diçe û we jî bi xwe re dibe diyar û welatên dûr û cuda. Ew yek nûnerê muzîka Kurdî ye ku berhemên resen û gelêrî pêk tîne. Dema hun lê guhdarî dikin mîna ku mirov bi xwe re dibe welatê Feqiyê Teyran û Ehmedê Xaniyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst