Şaredariya Bursayê konserên Huseyîn Turan û Melike Şahîn hilweşandin

18-06-2023
Nîşan Şaredariya Bursayê Konsert Huseyîn Turan Melike Şahin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê Alinur Aktaş ragihand ku wan herdu hunermend Melîke Şahîn û Huseyîn Turan ji bernameya festîvalê derxistine û dibêje: “Em dê bi hunermendên ku ji îradeya neteweyî re rêzdar in rêya xwe bimeşînin."

Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê Alinur Aktaş hunermend Huseyîn Turan ê ku biryar bû di çarçoveya 61mîn Festîvala Bursayê de roja Şemiyê 29ê Tîrmehê derkeve ser dikê ji bernameya konserê derxist. Şaredariya AK Partiyê beriya niha konsera Melîke Şahîn jî hilweşandibû.

Alinur Aktaş der barê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û dibêje: “Peymanên Festîvala Bûrsayê beriya hilbijartinê bi mehan ji aliyê Weqfa Çand, Huner û Tûrîzmê ya Bursayê ve hatibûn kirin. Lê dema ku me di pêvajoya hilbijartinê de û piştî hilbijatina dît ku hin hunermend bi daxuyaniyên xwe bêhurmetî li nirxên me kirin, nedibû em li hemberî vê yekê bêbersiv bimînin. Ji ber vê sedemê, me berê konsera Melîke Şahîn hilweşandibû. Me îro jî hunermendê bi navê Huseyîn Turan ji bernameya xwe ya konserê derxist. Ez careke din diyar dikim ku em dê bi hunermendên ku di xebatên xwe yên çandî û hunerî de rêz li îradeya netewî û nirxên civakê digirin, rêya xwe bidomînin.”

Şaredariya Denîzliyê jî konserên Mabel Matiz û Melîke Şahîn ên ku biryar bû di 19 û 30ê Hezîranê de li Şanoya Vekirî bên lidarxistin hilweşandibû.

Melîke Şahîn 13ê Hezîrana 2023yan di axaftina xwe ya li Xelatên Elle Style de xelata xwe diyarî jin û LGBTI+yan kiribû. Her wiha Mabel Matiz jî di heman merasîmê de xelata xwe pêşkêşî LGBTI+yên Tirkiyê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst