Huseyin Çelik: Erdogan pesnê Aynur Dogan da

Hewlêr (Rûdaw) - Damezrênerê AK Partiyê û Wezîrê Berê yê Çand û yê Perwerdeyê Huseyin Çelik, derbarê betalkirina konsera Aynur Dogan de got: “Hinek diecibînin hinek naecibînin, lê Aynur Dogan qîrîna van axan e.” Huseyin Çelik herwiha bibîr xist ku Erdogan pesnê hunermenda Kurd Aynur Dogan daye.

Şaredariya Derinceyê ya AK Partiyê li parêzgeha Kocaeliyê, roja 15ê Gulana 2022 bi daxuyaniyekê konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan a 20ê Gulanê bi hinceta “ne guncaw e” betal kir.

Biryara Şaredariya Derinceyê rastî gelek nerazîbûnan hat û gelek kesan piştgiriya Aynur Dogan kir. Huseyin Çelik ê damezrênerê AK Partiyê û wezîrê berê jî piştgiriya xwe bo Aynur Dogan nîşan da.

Çelik li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, Aynur Dogan sala 2010ê di çarçoveya “Hevdîtinên Dolmabahçeyê” de ji aliyê wan ve hatiye vexwendin ku wê demê hunermendên nêzîkî PKKê nehatibûn vexwendin û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan di bernameyê de pesnê Aynur Dogan daye.

Çelik got: “Sala 2010ê dema Stenbol wek Paytextê Çandî yê Ewropayê hat hilbijartin di konsera li Navenda Kongreyê ya Haliçê de Aynur Dogan strana `Ahmedo Ronî` ya bi Kurdî got û birêz Serokkomar gelek hestiyar (kelegirî) bû pesna performansa Aynur da. Ez miameleya Şaredariya Derinceyê û helwesta lînçkirinê ya taxa (hevalên) me xelet dibînim û şermezar dikim. Hinek diecibînin hinek naecibînin, lê Aynur Dogan qîrîna van axan e. ”

Serokê Koma AK Partiyê yê Parlamentoyê Mustafa Elitaş, îdia kiribû lêkolîn derbarê Aynur Dogan de kirine û gihiştine wê encamê ku Aynur Dogan xwe spartiye PKKê û propagandaya PKKê dike.