Li Bedlîsê jî konsera Kurdî hat hilweşandin

18-05-2022
RÛDAW
Nîşan Stêrka Karwan Bedlîs Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Eren a Bedlîsê, konsera koma muzîkê ya Stêrka Karwanê ya di bernameya Şahiya Biharê de hat hilweşandin.

Koma Stêrka Karwan dê di Şahiya Biharê ya Zanîngeha Eren a Bedlîsê de konserek li dar bixista, lê rêveberiya zanîngehê bêyî ti hincetekê diyar bike, konser ji bernameyê derxist û betal kir.

Piştî betalkirina konserên hunermendên Kurd ên li Kocaelî û Mûşê û betalkirina şanoya bi navê “Don Kixot” vê carê jî li Bedlîsê konsera koma muzîkê ya Stêrka Karwan hat betalkirin.  

Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Hikûmî (KESK) ya Şaxên Bedlîsê bi daxuyaniyeke nivîskî hilweşandina konserê şermezar kir.  

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ku konsera Stêrka Karwan bêyî hincet hatiye betalkirin û hat ragihandin: "Em vê feraseta Zanîngeha Bedlîsê ya ku nehiştiye ev kom û ciwan bigihêjinn hevûdu şermezar dikin."  

Pêştir jî 3 çalakiyên Kurdî hatin astengkirin

Pêştir jî Şaredariya Derinceyê ya AKPê li parêzgeha Kocaeliyê, roja 15ê Gulana 2022 bi daxuyaniyekê konsera hunermenda Kurd Aynur Dogan a 20ê Gulanê bi hinceta “ne guncaw e” betal kir.

Şaredarîya Çayirova ya Kocaelî ya AKPê lîstika “Don Kixot” a Şanoya Bajêr ya Amedê, ku dê 28ê Gulanê bihata lidarxistin, asteng kir.

Herwiha parêzgariya Mûşê jî konsera hunermendên Kurd Metin û Kemal Kahraman a 17ê Gulanê de bêyî ti hincetekê nîşan bide betal kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst