Stenbol (Rûdaw) – Muzîkjenê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Murad Demîr dibêje: “Hêviya min ew e ku li ser ruyê dinyayê muzîka Kurdî baştir were nasîn.”
Kurd di ti tevahiya dîroka xwe de û heta roja me çandeke rengîn û dewlemend a muzîkê afirandine. Ji Medan bigrin heya roja îro bi hezaran sal hem bi amûrên muzîkê hem jî bi rêya denbgêjiyê muzîka xwe berdewam kirine. Her ji aliyê teknolojiyê ve amûr hatibin guhertin jî wê naveroka xwe parastiye û jiyana xwe domandiye.
Îro jî muzîkjenên Kurd tevî ku amûrên rojavayî bikartînin, stranan dinivîsînin û muzîkê ji wan stranan re çêdikin. Mûrad Demir jî yek ji wan muzîkjenên hêja ye. Ew bi eslê xwe ji Colemêrgê ye. Ew ji meqam û dengên Kurdî sûd wergirtiye û li gor xwe wan şîrove kiriye û wergerandiye berhemên nû. Ew ne bitenê muzîkê çêdike lê belê gotinên stranan jî dinivîsîne. Ji vî aliyî de em dikarin ji bo wî bêjin hozanekî nûjen yê dema me. Ew hem bi şêwe û hem jî bi muzîka xwe gelekî balê dikşîne ser xwe.
Muzîkjen Murad Demîr wiha behsa xwe û hûnera xwe dike: “Ez li Colemêrgê ji dayik bûme. Ji navçeya Çelê me. Hêj beriya zanîngehê min dest bi muzîkê kiribû. Ango ev muzîka ku niha dikim nebû ew, bi stayleke din min dikir. Lê li zanîngehê min biryar da ku ezê bi zimanê xwe û li ser çanda xwe muzîkê çêbikim. Dûv re jixwe ez hatim Stenbolê û min bi Kurdî muzîka xwe pêk anî. Min li zanîngehê ev biryar dabû berî 9 an 10 salan.”
Murad Demîr wiha armanca xwe jî kir: “Wek ku dibêjin ji bo herkesî welatê wî buhuşt e. Ji bo min jî welatê min buhuşt e. Kurdî ji bo min buhuşt e, her wiha çanda min jî. Her ku straneke bi Kurdî an dengbêjiyek hate guhê min ez bixwe diçim erdekî din, diçime dinyake din. Bi min ji aliyê wêjeyê de jî Kurdî gelekî xurt e. Hem aliyê wê yê gotin û hem jî yê wêjeyê gelek gelek xurt e. Min ji aliyê teoriyê de jî berê xwe daye muzîka xwe. Ji xwe hêdî hêdî ciwanên me jî berheman diafirînin. Tiştên baş jî çêdikin û xwe li dinyayê didin nasîn. Armanca min ya ji hemiyan jî mestir ew e. Hêviya min ew e ku li ser ruyê dinyayê muzîka Kurdî baştir were nasîn.”
Hunermendê me ticaran terka çanda xwe nekiriye. Berevajî vê, qada herî zêde ku sûd jê wergirtiye ziman û çanda wî bûye. Ew car caran diçe welatê xwe yê ku bi çiya û zinaran dorpêç kiriye û li wir xwe dide muzîka xwe ku berhemên nû biafirîne. Dibêje ew dem demên herî berhemdar in ji bo wî. Jiyana metropolên mezin dibêje ku ne li gor wî ye. Amaje dide wê yekê ku xwe li ciyên wisa mîna di girtîgehê de be hest dike.
Her wiha ji bo pêşerojê gelek hizr û ramanên wî jî hene. Dixwaze ew her tim berhemên nû biafirîne. Ew xwe wek xizmetkarê muzîka Kurdî dibîne û dil dike ji bo demeke dûv û dirêj xizmeta muzîka Kurdî bike.
Murad Demîr herwiha got: “Ez bixwe bêje 6-7 sal in ku li ser stranên me yên kevn û kevnare lêkolînan dikim. Bêhtir jî yên ji aliyê Colemêrgê, Botan û Behdînan. Stranên ku me kom kirine û berhev kirine nîşan didin ku le her deverekê gotinên wan ji hev cuda cuda ne. Ji gundekî heta gundekî gotin tên guhertin ji ber devokan. Lewma ew yek hinekî zehmetî ye. Lê dîsa jî em lêkolînên xwe dikin. Ez wan stranan derdixînim holê û dibêjim. Ji xwe yek ji wan bû yekem strana min ya ku min bi profesyonelî gotibû. Ne ku bitenê ez bi vî awayî stranan çêdikim, hin stranên min bixwe nivîsandine jî hene. Helbestên min bixwe jî hene ku min muzîka wan çêkiriye.”
Demîr amaje bi yekê kir ku ew dixwaze xizmet çand û muzika Kurdî bike û wiha pê de çû: “Xizmetkariya muzîka Kurdî jî, heke mirovek bi Kurdî biaxife jî ew xizmeteke. Di vê demê de her kî zimanê Kurdî biparêze ew xizmetkarê mezin e bi min. Zarokên xelkê weke mînak yên Îngilîz bi Îngilîzî diaxifin, Ereb bi Erebî diaxifin, yên Farisan bi Farisî û yên Tirkan jî bi Tirkî diaxifin. Yên Kurdan jî bila bi Kurdî biaxifin.”
Wek ku me got, ew hozanekî nûjen yê vê demê ye. Dema ku xwe dide muzîka xwe mîna ku ji hiş ve diçe û nema hay ji dinya derve dimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse