Rwêde Atiye: Ez ji hogirên mozîka Kurdî me

 

Hewlêr (Rûdaw)- Stranbêja Sûrî, Rwêde Atiye ragihand ku Hewlêrê hêjayê ku bibe paytexta geştiyariyê ya sala 2014an û got ku ew yek ji hogirên mozîk û hunera Kurdî ye.

Rwêde Atiye di çarçovceya serdanekê de bo paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê hêvî xwest ku Hewlêr hê pêşbikeve û got ku Hewlêr hêjayê wê yekê ye ku bû paytexta geştiyariyê ya isal.

Herwiha Atiye ragihand ku ew yek ji hogirên mozîka Kurdî de û duiyar kir ku ew wek hunermendê pêwîste li ser hemû corên mozîkê bizane.

Herwiha Rweyde hêvî xwest ku karkeî xwe pêşkêşî cemawerên xwe li Herêma Kurdistanê bike.

Atiye amaje kir ku berî niha vexwendin bo wê hatibû da ku serdana Hewlêrê bike, lê ji ber ku mijûlî karê xwe bû nikarî bû wê demê serdana xwe encam bide û hêviya ewlehiyê bo Herêma Kurdistanê bi giştî û Hewlêrê bi taybetî xwest.