Parîs: Pervîn Chakarê bi konserekê Leyla Bedirxan bi bîr anî

Hewlêr (Rûdaw) - Sopranoya Kurd Pervîn Chakar ji bo bibîranîna hunermenda dansa nûjen û balerîna Kurd Leyla Bedirxanê li Parîsê konserek da.

Gelek kesayet û muzîkhez beşdarî konsera li Salle Cortotê bûn ku li Parîsê yek ji salonên konseran ên herî biprestîj e.

Konser bi piştgiriya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hat lidarxistin.

Ji bo bibîranîna hunermenda dansa nûjen û balerîna Kurd Leyla Bedirxanê, Pervîn Chakarê aryayên Gounod, Mozart, Bellini, Massenet û Puccini gotin û herwiha stranên Kurdî jî stran.

Resîtala Pervîn Chakarê ya ku bi piyanoyê hat pêşkêşkirin gelekî bal kişand.

Pervîn Chakarê berhema bi navê “Arix” diyarî Leyla Bedirxanê kir û da zanîn ku balerîna Kurd di erdheja Erzinganê de alîkariyeke mezin kiriye.

Li ser hestên xurt ên neteweyî û zanîna dîrokî ya Leyla Bedirxana ku welatê xwe Kurdistan nedîtiye, agahî hatin dayîn.

Berî demekê diyar bû ku gora balerîna Kurd Leyla Bedirxanê li Goristana Saint-Clouda Parîsê ye.

Di konserê de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan jî li ser Leyla Bedirxanê axivî û behsa jiyan, huner û salên dawî yên Leyla Bedirxanê kir.

Pervîn Chakar kî ye?

Soprano Pervîn Çakar li Dêrika Mêrdînê ji dayik bûye û sala 1995an li Amedê di Darûlbedayiyê da dest bi perwerdehiya muzîkê kir.

Wê sala 2003yan Beşa Perwerdeya Muzîkê ya Zanîngeha Gazîyê li Enqereyê qedand.

Di wê salê de bû şagirta Oylun Erdayiyê û dersên şanê li cem wê xwendin.

Piştî wê ew çû Îtalyayê û berê li Accademia D'arte Liricayê û paşê jî li Perugia Accademia Musicale Umbriayê xwend.

Di vê navberê de, çû cem William Matteuzzi, Carmen Gonzalez û Sergio Bertocchi û dersên şanê xwendin.

Sala 2007an wê dîplomaya xwe ji Konservatuara Perugia F. Morlacchi bi dereceya herî baş wergirt û mastera xwe di heman konservatuarê da bi pileya herî bilind a dibistanê qedand.

Pervîn Chakar, beşdarî dersên masterê yên stranbêjên operayê yên navdar Luciana Serra, Montserrat Caballé, Mietta Sighele, Veriano Lucchetti, Tiziana Fabbricini, Salvatore Fisichella, Edda Moser û Lella Cuberli bû.

Pervin Chakar 2004an li Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Eskîşehîrê û Opera û Baleya Dewletê ya Enqereyê dest bi şanoyê kir û li Îtalya û welatên Ewropayê domand.

Ew beşdarî konser û operayên li Mîlan Teatro Rosetum, Teatro Politeama Greco di Lecce, Teatro Comunale di Bologna, Venice Teatro La Fenice, Teatro Verdi di Trieste, Theater An Der Wien, Milan Teatro Alla Scala û gelek qonaxên din bû.

Wê gelek xelat standin û di piraniya wan pêşbaziyan da bû yekemîn.

Dengê wê çend caran di nav dengê jinan da bû yê herî xweş û hat xelatkirin.

Ew niha stran û kilamên Kurdî li gorî muzîka klasîk a xerbî ji nû ve dixwîne.