Werger û wate

Herêm Osman


“Werger û Wate – Lêkolîneke Watesazî”, navnîşana nameyeke masterê ye ku Perwîn Osman di sala 2008an de pêşkêşî Fakulteya Ziman a Zanîngeha Koyê li Başûrê Kurdistanê kir.


Lêkolînvana Kurd Perwîn Osman asta watesazî di karê wergerê de kiriye hîm û binemaya karê xwe. Naveroka lêkolînê çand û zimanê rojane û tekstên Erebî ne yên ku ji bo zimanê Kurdî hatine wergerandin. Rêbaza lêkolînê jî zimanî û wesfî ye û teoriyên wergerê jî beşek in ji vê rêbazê, yanî wergera hevok û tekstan li gor hevberbûna wateyî ji zimanê çavkanî (Erebî) ji bo zimanê armanc (Kurdî.) Mastername ji çar beşan pêk tê:


Beşa Yekem


Di vê beşê de behsa têgih û pênaseya wergerê û têgiha hevberbûn û stratejî û îdeolojiya wergerê û çend teoriyên zimanî ji bo wegerê tê kirin. Herwiha çend pirsgirêkên wergerê li ser astên (fonolojî, morfolojî û sentaksê) tên gengeşekirin.


Peyva wergerê di zimanê Ingilîzî de (Translation) e ku tê wateya şîrovekirin û lêkdanê û (tercime) pêşî ji (tercumî) ya Aramî hatiye wergirtin û di dema xwe de ji bo ravekirina (Pirtûka Pîroz) dihat bikaranîn. Lêkolînvan çend pênaseyên wergerê ku zimanzanan kirine, nîşan dide. Piraniya wan teqez dikin ku werger guhastina naverok û şêwaza tekstê ji zimanê jêder ji bo zimanê armanc bi awayekî zelal e. Bi gotineke din dîtin û şîrovekirina wateyê, ne peyvê, wek bingeha wergerê dibînin. Lewra lêkolînvan behsa sê cureyên wateyê dike:


Wateya Watesazî: Lêhûrbûn e li wate û tiştên amajepêkirî ku cudahiya wan di hevwateyî û hevbêjiyê de derdikeve.


Wateya derdor û derdora zerfî: Ev jî têkildarî derdor û helwesteke taybet di wergerê de ye.

Wateya tekstê: Ev wate jî hevok û regez û pêkhateyên girêdayî nav teskta wergerandî li xwe digire.


Paşê lêkolînvan hewl dide pênaseyeke bidestxistî ji bo wergerê pêşkêş bike li wê gorê ku werger proseyeke afirandinê ye û dinivîse: “Werger guhastina hizr û bawerî û şêwaz û zanyariyan e, ji bo gihandina wate û dîtina nêzîktirîn hevber bi mebesta derbirîna ezmûnekê derbarê cîhan û derdorê di navbera zimanê çavkanî û zimanê armanc de, li gor ferhenga zimanî û kultûrî, çi bi şêweya devkî yan nivîskî be.”


Herwiha lêkolînvan wergera devkî bi şêweya (rasterast, li pey hev û vedîtî) û wergera nivîskî bi şêweya (peyv bi peyv, wateyî, ravekarî, afiranfin û kurtkirin) ji hev cuda dike. Dûre lêkoler amaje dide çend teoriyên zimanî li ba De Saussure û F. Fyodorov li ser wergerê û di teoriya De Saussure de behsa wergera asoyî û stûnî dike.


Li ba Fyodorov jî tekeziyê li ser wergerê wek kirdeyeke zimanî û zanistîbûna wergerê dike. Herwiha di stratejiya wergerê de amaje dide stratejiya guhastin û guherînê, ku werger cureke ji ravekirina tekstê û dîtina pêwendî û hevwateyiyê di navbera du tekst an çend tekstan de, lewra divê wergêr meseleya guhastina wate û şêwaz û dariştina tekstê cidî bigire û stratejiyekê li ser astên (peyv û têgih, hevok û metinê) bide meşandin.

Diyar e lêkolînvan li vir mînakên pratîk ji bo her yekê ji van astan tîne. Paşê behsa têgiha hevberbûnê di wergerê û cureyên wê de (ruxsar, erkî û dînamîkî) dike.

Her di vê beşê de rêyên serketina wergêr di karê wergerê de nîşan dide, wek: (karîna du zimanî, jîrekiya şîrovekarî, jîrekiya nivîsandinê, karîna têgihandin û têgihîştina wergir.) Paşê behsa îdeolojiya wergerê dike ku karekî îdeolojîk e û ji bo vê jî mînaka binemaya (babet û nûçe) di dema wergerê de tîne ku dema wergêrek dinivîse: “Amerîka bihêztirîn welatê cîhanê ye” lê nanivîse “Bihêztirîn welatê cîhanê Amerîka ye” teqeziyê li ser navê “Amerîkayê” dike. Her di beşa yekem de lêkoler bi mînakan behsa pirsgirêk û arîşeyên wergerê li ser astên (fonolojî, morfolojî û sentaksê) dike.


Beşa Duyem


Beşa duyem dabaşa “Wate û cureyên wergerê” dike. Lêkolînvana Kurd Perwîn Osman pêşî behsa têgiha wate û regezên wê dike, têkiliya wateyê bi ziman û derveyî ziman şîrove dike û regezên wateyê (tişt, bûyer, sîfet û têkiliyan) diyar dike. Paşê amaje dide şîrovekirina wateya peyv û hevokan û li ber hinek teoriyên wateyî ji bo hevokê radiweste, wek: (Teoriya Katz û Fodor li ser hevokê, teoriya Fillmore li ser hevok û rêzimana rewşê), paşê berê xwe dide bîrdoziyên wateyê: (Teoriya amajekirinê, hoşekî, reftarî, şîrovekirin û bikaranînê) û hevdem teoriya (berhemanîn û guhastinê) ya Chomsky li ser wergerê gengeşe dike. Di vê beşê de, Perwîn Osman qala sê teoriyên ziman li ser wergerê dike:


Yekem: Cureyên wergerê li ba Catford

Duyem: Cureyên wergerê li ba Jacobsen

Sêyem: Cureyên wergerê li ba Newmark


Dûre vekoler behsa cure û rêzbazên wergerê yên (devkî û nivîskî) dike û rêbaza (peyv bi peyv) wek kevntirîn û xirabtirîn cureya wergerê dibîne. Ew gotineke Atîn Dulî tîne ku dibêje: “Nabe wergêr wek koleyekî dilsoz be ji bo teksta çavkanî, lê divê ji wergera peyv bi peyv dûr keve”, diyar e piraniya pisporan vê cureya wergerê wek wergera tekstê û jinavbirin û têkdana armanca wergerê bi nav dikin.


Di wergera wateyî de jî vekoler girîngiya vê cureya wergerê ku wek belavtirîn û baştirîn cure tê hejmartin wesf dike. Çimkî bi awayekî zanistî wateya teksta zimanê çavkanî diparêze. Di derbarê wergera dahênanî de, vekoler amaje dide girîngiya vê cureyê jî ku pêwist e wergêr bi awayekî hûrbîn agahdarî babet û nivîskarê tekstê be û behre û şiyana xwe ya afirnandinê di wergerê de nîşan bide.


Beşa Sêyem


Beşa sêyem li ber “Arîşe û pirsgirêkên wateyê di wergerê de” disekine. Lêkoler pêşî behsa wateya ferhengî dike û amaje dide wan astengiyên ku di wergerê de peyda dibin ji ber tevlîhevbûn û guherîna wate û rewşa rêzimanî ya peyvan li gor ferhenga zimanên cuda, wek mînak pêkan e peyvek di zimanê çavkanî de (ferman) be û di zimanê armanc de (hevalnav) be.


Herwiha bi baweriya vekoler, werger di nav heman malbata zimanî de hêsan û watedartir e, lê dema du malbatên cuda bin wek Kurdî û Erebî, hingê kêşe zêdetir dibin, çimkî di hemû astên zimanî de cudahî hene, lewma jî divê wergêr hûrbîn be li vegera ji bo rehan û wan guherînên li gor derdor û dem û navçeyên cuda peyda bûne.


Paşê bi rêya mijarên mîna (derbirînên wateyî û biwêj û metafor û hevwateyî û hevbêjî û cureyên wan) lêkolînvan bêtir behsa astengiyên wergerê dike, wek mînak di hevwateyiyê de peyvên (gewre, fireh, mezin û berfireh) di hinek derdorên zimanî de wek hevwate ne, lê dema bi peyveke din re tên, hevwateyiya wan namîne.


Perwîn bîr û baweriyên pispor û şehrezayan nîşan dide ku zehmet e hevwateyiya tam di ziman de hebe, çimkî wateyên nesereke ji kesekî heta kesekî û di rewş û cih û jîngehên cuda de diguherin, di wergerê de pêkan e peyvek di zimanê armanc de hevwateya wê hebe, lê heman peyv di zimanê jêder de nebe.


Lêkolînvan behsa pirwateyiyê jî dike ku di wergerê de kêşe û pirsgirêkan çêdike, wek mînak peyva (qelîl) di zimanê Erebî de çend wateyan li xwe digire, pêkan e di Kurdî de wek (piçek, hindik, kêm) were wergerandin, lê tiştê wê cuda dike hatina wê di kontekstên cuda de ye.


Beşa Çarem


Pratîzekirina hevok û metinan di wergerê de ye.


Di beşa dawî ya vekolînê de, vekoler bi awayekî pratîk tekstan tîne û bi awayê peyv bi peyv, dûre jî bi rêbaza wateyî werdigerîne û kêmasî û qelsiyên wê nîşan dide, wek mînak çend wergerên peyv bi peyv dike û bawer dike jî ev cure werger bêtir ji bo tekstên (yasayî, aborî, olî û zanistî) kêrhatî ye û wergera tekstên olî wek dijwartirîn û girantirîn cureya wergerê dibîne.


Paşê di warên edebiyat û siyasî û civaknasî de mînakên wergera ji Erebî bo Kurdî tîne, di edebiyatê de mînaka romana (Pîremêr û Derya) ku Şêrko Bêkes sala 1982an wergerandibû Kurdî tîne û çend hewldanên pratîk li ser wê cîbicî dike.


Di dawî de jî lêkoler ji bilî ferhengokekê ji bo têgihên bikarhatî, bi neh xalan encamên nameya xwe nîşan dide.