5 hezar pirtûkên derbarê Amedê de hatin berhevkirin

18-02-2017
RÛDAW
Nîşan Amed Pirtûkxane Zanîngeha Diclê
A+ A-

Navenda Nûeyan - Di bin banê Pirtûkxaneya Navendê ya Zanîngeha Dicleyê da "Pirtûkxaneya Amedê" ya ji 5 hezar pirtûkan pêk tê hat avakirin.

Li Pirtûkxaneyê Navendî ya Zanîngeha Dicleyê de 5 hezar pirtûkên der barê Amedê de hene.

Tê plankirin pirtûkên li derveyî Bakurê Kurdistanê û Tiriyê yên derbarê Amedê de hatine amadekirin ji bo pirtûkxaneyê bên berhevkirin.

Rêvebera Şaxa Serokatiya Daîreya Dokumantasyonê ya Pirtûkxaneya Amedê Songul Atli jî destnîşan kir dixwazin pirtûkxane ji bo Amed û bajarên derdorê bibe navenda lêkolînê.

Atli anî ziman piştî Prof. Dr. Talîp Gul bû rektor pirtûkxaneya biçûk, mezin kirine û bi 5 hezar pirtûka dest pê kirine.

Songul Atliyê diyar kir ji xeynî pirtûkan broşur, belavok û çavkaniyên dîtbarî jî hene û got ew dixwazin hemûyan dabeş bikin û bikin xizmetê.

Atli ameje kir ku pirtûka bi navê Amîdayê ya pirtûkeke berfireh a derbarê Amedê ye, çapa wê ya tirkî di destê wan da ye û wiha got: "Me beşekî pirtûkxaneya Şevket Behsanoglu aniye. Esma Ocaka nivîskar jî pirtûkên xwe bexşand. Pirtûkên derbarê Celal Guzelses û Ziya Gokalp da jî hene. Di pirtûkxaneyê da kovarên Kara-Amîd û Karacadagê yên berê, pirtûkên ji 1800î vir ve yên derbarê Amedê de hene."

Rêvebera Şaxa Serokatiya Daîreya Dokumantasyonê ya Pirtûkxaneya Amedê herwiha diyar kir dixwazin çavkaniyan derbasî dijîtalê bikin û bang kir da ku xelkê Amedê pirtûkên xwe bibexşînin pirtûkxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst