Hunermend Alîn di Roja Alaya Kurdistanê de berhemeke nû belav dike

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda ji Rojavayê Kurdistanê Alîn di Roja Alaya Kurdistanê de berhemeke nû ya bi navê “Keç û Xort” belav dike.

Gotinên stranê ji aliyê Alîn, Temo Erdem û Rênas Mîran ve hatine nivîsandin û awaz ji aliyê Rênas Mîran ve hatiye danîn û derhêneriya klîpê jî Rênas Mîran kiriye. Dîmenên wê li Keleha Hewlêrê û hinek cihên din ên li Başûrê Kurdistanê hatine tomarkirin.

Alînê ji Rûdawê re got ku ew Roja Alaya Kurdistanê li hemû gelê Kurdistanê pîroz dike û bi vê helkeftê îro klîpa xwe ya nû belav dike.

Ev hunermenda Kurd dibêje, armanca wê ya belavkirina klîpê ew e ku peyamekê bigihîne gelê Kurdistanê û Pêşmerge ku ew her piştevaniya wan dike.

Alînê her wiha diyar kir, milet û hunermend li ku dibin bela bibin, berdewam piştevaniyê li Pêşmerge û şervanan dikin, ew jî weke hunermend bi hunera xwe di çeperên şer de ne.