PÊŞANGEHA ÊLIHÊ - ‘Em dê qada nivîs û edabiyata Kurdî geştir bikin’

Êlih (Rûdaw) – Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya ku tenê weşanxaneyên Kurdî beşdar in duh dest pê kir.

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li Parka Yilmaz Guneyê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin.

Pêşangeha pirtûkan bi hevkariya Şaredariya Êlihê, Şaxa Êlihê yaEgîtîm Senê û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Ariyê tê lidarxistin.

Pêşangeha ku tenê weşanxaneyên Kurdî beşdarî dibin duh dest pê kir û dê heta 20ê mehê bidome.

“Mirov tenê dikare bi zimanê xwe dermanê derdê xwe bibîne”

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê got:

“Em dibêjin bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî bifikirin û bi Kurdî bijîn.

Çimkî mirov tenê bi zimanê xwe dikare hêstên xwe bîne ziman, bi zimanê xwe mirov dikare derdê xwe bîne ziman.

Her wiha mirov tenê dikare bi zimanê xwe dermanê derdê xwe bibîne.”

Di çarçoveya pêşangehê de ji 26 weşanxaneyên beşdar bi dehan nivîskar dê panelan li dar bixin û ji xwînerên xwe re jî kitêbên xwe îmze bikin.

“Cara ewil e ez tiştek wiha dibînim”

Nivîskar Ronî War jî got:

“Ez wekî nivîskarekî Kurd pir kêfxweş im.

Ji 2009an ve ez beşdarî pêşangehan dibim lê cara ewil e ez tiştek wiha dibînim.

Ez bi hêvî me 4-5 rojên li pêş me dê pir baş derbas bibin. Ev jî min pir kêfxweş dike.”

“Her tişt bi moral dest pê dike”

Nivîskar Omer Dilsoz jî wiha kêfxweşiya xwe îfade kir:

“Hema tiştek nebe jî bi taybetî ji bo mirov were pêşangeheke bi navê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî û hema dost û hevalên Kurdîhez bibine ev jî cihê kêfxweşiyê ye û moralek e.

Her tişt bi moral dest pê dike.”

Nivîskar Onder Kirmizitaş jî derbarê pêşangehê wiha got:

“Hêvî û bendewariyên me mezin in ku gelê me her tim bixwîne, dîroka xwe, erdnîgara xwe, çand û zimanê xwe bizane û roj bi roj pêş de bibe.”

Di demeke ku ji ber rewşa aborî weşanxaneyên Kurdî di tengasiyê de ne lidarxistina pêşangehên pirtûkên Kurdî ji bo wan jî bûye cihê kêfxweşiyê.

“Bila Kurdî li ser axa xwe were nasîn”

Birêvebirê Yekîtîya Weşangerên Kurd Jêhat Rojhilat jî got:

“Armanca me ew e ku çand û zimanê Kurdî li cîhê xwe, li erdnîgariya xwe li ser axa xwe were nasîn û xwe bigihîne xwînerên xwe.

Her wiha bikeve her malekê û gel çand û zimanê xwe nas bike.”

Weşanger Songul Keskînê jî got, “Ez niha nizanim hestên xwe bînim ziman. Bi rastî tenê nav bes bû ku em werin vê derê.”

Ji ber hatina ba hev a weşanger û nivîskarên Kurd a li Êlihê xwînerên bajêr jî xwe sûdmend dibînin.

“Pirtûkên Kurdî bistînin û bixwînin”

Xwîner Jiyan Tokyildizê jî got:

“Min pirtûkek ji xwe re û çar pirtûk jî ji zarokan re standin. Ji ber ku zarok mecbur in bi zimanê dayîkê biaxivin bila pirtûkên Kurdî bistînin û bixwînin.”

“Armanca me ew e ku zarokên me hînî Kurdî bibin”

Xwîner Şakîr Tokyildiz jî got, “Min ji zarokan re pirtûkên Kurdî standin. Armanca me ew e ku zarokên me hînî Kurdî bibin.”

Dê qada nivîs û edabiyata Kurdî geştir bibe

Rêkxerên pêşangehê got ku dê di demen pêş de jî li bajarên cûda bi navê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî pêşangehan li dar bixin û bi wî awayî dê qada nivîs û edabîyata Kurdî geştir bikin.